wirşey das

Li pirtûka:
Guɫ Estêre
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  485 Dîtin
ey hawřêyanî qutabîm
min le derûntana ejîm
le agirî goranîya
le nirkey kameranîya
le wirşey estêrey geşa
lenaw qeytanêkî reşa
le tîşkî mangî emela
le cirîwey xoşî mela
ey hawřêyanî qutabîm
hergîzawhergîz min ejîm
katê em leşeyan kuştim
xwênî em diłeyan řiştim
legeł dûkeł û agira
kişam berew asman bira
êste le estêreyekam
gwêm lêye pêm ełên kujram
gwêm lêye le wirşey dasa
le horey xało hebasa
dengî sirûdî serkewtin
řa’emałê qełay dujmin
cutyar: bo xotane «şara»
çiray xoşîtan hełkira
xeletan zerde wek ałtûn
ey biray cutyar çawtan řûn
bo xotan eken şen, direw
agirî řoj sûtanî şew
witim zordarî û xwênmijî
çewsanewe nabê bijî
boye dirame ber tifeng
takû pişkoy geşawey deng
binêne naw awî mirdin
layan waye be xwên řiştin
leşkirî «beyan» ebezê
çingî heqî gel etezê
ey xawenî zewî û zarî
mîratî hêzî zordarî
bawke «çaw şîneketan» mird
milî keç naka gelî kurd
řijêmî cimhûrî řegî
xwênmijînî derebegî
lebin derhênawe lebin
xawen mał tenya cutyarin
em xake em zewî û zare
piştawpişt małî cutyare
ey hawřêyanî têkoşan
xefet û «qutîle» û giryan
kispey zamî konî beswê
binêne naw tabûtî nwê
ey pałe û hawřêy qutabîm
hemzey ḧesenNava taybet ełê ejîm
hawřêyne bo min megrîn
«biłên her bijî nebezîn»