kořnîka

tê ekoşîn bo řojêk ke ademîzad; řeş û sûr û sipî û zerd yekdił le sêberî aştîya bijîn...
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  572 Dîtin
lenaw kořnîkay wêrana
lejêr şînayîy asmana
řîbwarêk milî řê egrî
wird wird řêy jyan ebřê
berxoleyek le baweşya
kotrêk le diłî geşya
goranîyek ełê azad
bo gyanî gişt ademîzad
neẍmey yaxîbûnêk xawên
goranîyek bo hemû şwên
sirûdêkî lê ebîstî
ke ełê: «ey xoşewîstî»
supas supasî bê payan
supas «na» bo zordarekan
sirûdêk ełê piř awat
bo «dinya» nek her yek wiłat
zerdewałey azar û qîn
efiřn berew asmanî şîn
hêlanekey dił cêdêłn
yek le dway yek heł’efiřn
tenya «towî» goranîyekey
ke piře le xoşî û oxey
emênê dway gişt karesat
dway her şitêk beserî hat
hengiwîn ekate naw diłan
eykate naw demî jyan
kořnîka ey kořnîka gyan
her bêtawanî bê guman
zał ebî beser tawana
takû ebed le jyana