şepolî zêř
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
2 Xulek
1011 Dîtin
ewaney xoyan efroşin be zêř diłyan le zêř sard û siřtire cwanîyan wek cwanîy peykerî meřmeřî bêgane.
çyay řengîn....dawênî kez, nêrgis û gul
gizing lenaw koşî çema aramî girt
asmanî şîn....
estêrey zîwîy řûy siřî
şewboyekî xincîlane
le sêbera
pêkenî serî hełbiřî
bo tîşkî xorî germ û guř
diłopî qełbezî wek çuř
çawî huzar
şiney şemał, sirwey nazdar
çemî bizêw
***
huzarî çemfiřî fiřî ta hewr û tem
xor lenaw pelî direxta
wek bigeřê be dway bexta
seretatkêy ekird le guł
kewte şine şin popî çił
berdî kenar xoyan eşt
awî xoř mirwarî eřişt
şewnim le «xor maç kirdina»
zerd hełgeřa:
le çîmena pořî nermîn
be lence û lar, řewtî şîrîn
çyay řengîn
peřey gułałey naskołe
şemał hênabûy lew dołe
tał tałî gułî teřî xaw
gełay paraw
xunçey teř be şewnim û aw
dayanpoşîbûm wek perî
çiro le cêy xoy ewerî
çawim lêknabû gułî sûr
le dewrim ferşî bêsnûr
pencey hêna
kiçêkî cwan
nerim û nyan
pêłûmî cûłan be nermî
serincî damê be germî
witî gyane
witim: ey firîştey cwanî
«mijdey xoşî û kameranî»
bałî ałan le gerdinim
gerdinî...! ał wekû hetaw!
pirçî zerdêkî nerim û xaw
çawî kanîy hestî şîrîn
pirşingî wek estêrey şîn
witim xoşim ewêy be dił
wekû şemał bo peřey guł
witî: kwa bergî řengawřeng
_: «minî hejar bergim şîtał»
witî: ey goranî û aheng
witim: kispey dił û derûn
_: kwanê ałtûn?
witim nîme.!
_: kwa koşkî berz û kwa telar?
witim: koşkim wa lewêwe min hejar
pencem dirêj kird bo çemêk
kuxtêkî tarîk û nûtek
zirîkanî û řûy wergêřa
ew came eşkey daynabû
pyama małî «qiłp» řija
xoy hawîşte şepolewe
«şepolî zêř»
diłî kird be qurbanî ew
le bîrim çuwewe bû be xew