keştîy jyanim

nebezîn meşxełî têkoşane
Li pirtûka:
Agir û Jîle
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 1 Xulek  592 Dîtin
keştîy jyanim le gerdawaye
towî gułałem le xwênawaye
desî zamarme sewłî em geşte
gyanim awarey baẍî beheşte
kam beheşt! kam bax, kam guł û gułzar
«pêşêlî» swarey supay sitemkar
guł ewerête jêr simî wiłax
giře,... ber ebê le derûnî bax
çeme le pêça egrî wek minał
jyane bendî naw zîndanî tał
ey tirûskekey asokey hîwam
meger her to bêy bigeyte firyam
ey gořistanî şehîdanî «sûr»
ba hełsê, hełsê leser singit nûr
meger ew nûre bê be çiraxan
řûnak katewe şeqamî jyan