pencey tezîw

Li pirtûka:
Dyarî
Berhema:
Kameran Mukrî (1929-1986)
 2 Xulek  820 Dîtin
zerdepeřî, kałî zêřîn
etwêtewe.. deştî befrîn
topełî befir, leser çił
lepiř eřjêtewe cergî gił
melî deng xoş, wirdîlane
egrêtewe... hêlane
dirextî pîr, ełê min çîm!!
be sermay tîj ełê «teslîm!!»
şax û řûbar û... daristan
etirsin, le befir û baran
tawêk řehêłeye betîn
demêk beguř befirbarîn
minałêkî şeş ḧewt sałan
egeřê, egrî, le kołan
ba... lenaw, befra etezê
çiroy dirextî teř emrê
«hîwa», enwařête naw jûr
telarî berdî zerd û sûr
lepêş bûnya bû.. bawkî mird
legeł daykî.. swałî ekird.
daykîşî sikî piř le jan
řaykêşaye naw gořistan!
şewe... awaze řengawřeng
lew małe, besteye, aheng
lepał dîwarêkda, ẍemgîn
da’enîşê «hîwa»y şîrîn
endamî wird, leşî, gerdin
hemû legeł yek elerzin
dway henaseyek desgêřan
le kun û qujbinî gîrfan
nextê şiqarte derdênê
yek yek dayan egîrsênê
leber tîşkî giřî piçûk
minałî birsîy êsk sûk
da’enîşê ta dwa denk
egřê, bo pencey nask
ser enête ser lepî des
enwê besezmanî bêkes!!!
dway henaseyek řêbwarê
tê’epeřê û pya enwařê
hełî egrê û ełê «fermû!»
emşew, lay mamî xot binû
bełam ax, paş çî!! taze mird
«çaweřêy pirşingî ekird...»