se’at

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1281 Dîtin
çik çikî se’at dełê: wişyar be
tewezel mebe, xerîkî kar be
wek min têkoşe be řoj û be şew
hîç peyda nabê be tenbełî û xew
mandûbûn û kar mayey jyane
bêkar řabwardin řenc û zyane
ger min kar nekem leşim jeng dênê
deçme ser westa hełm weşênê
mirov kar neka, karî zor lenge
jengî bêkarî şûreyî û nenge