se’at

From the Book:
Bo Kurdistan
By:
Hazhar (1921-1991)
 1 minutes  996 views
çik çikî se’at dełê: wişyar be
tewezel mebe, xerîkî kar be
wek min têkoşe beřoj û beşew
hîç peyda nabê be tenbełî û xew
mandû bûn û kar mayey jyane
bêkar řabwardin řenc û zyane
ger min karnekem leşim jeng dênê
deçme ser westa hełm weşênê
mirov kar neka, karî zor lenge
jengî bêkarî şûreyî û nenge