bo kak îdrîs

gułî xanedanî barzan
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  719 Dîtin
ax û dax le bextî xewtû
le êmey kurdî koskewtû
bo ew basey wire bezên
diłî berd û poła tezên
wityan kak îdrîs koçî kird
be mergêkî kitupiř mird
îdrîs diłsozî hejaran
mayey xoşî û geşey yaran
ziraw toqênî kurd kujan
çiqłî gilêney xwênmijan
gułî xanedanî barzan
wirya û pakij û le karzan
estêrey řênmûnî gel
nawext awabû le kel
***
le hemû lay kurdewarî
çemereye û azyet barî
pîr û pîrek û kîj û kuř
lawanî pêşmergey diłpiř
le mergî em cwane merge
xiř kuł û zûxaw le cerge
dił şewtî be peroşin
çaw beřondik û řeşpoşin
***
bê soye mirdin giştîye
řê û şwênêkî siruştîye
herçî dejî debê bimrê
kêye ber lemirdin bigrê
bełam zemaney nalebar
çepgeřî bê beqay ẍeddar
lem kareşîda bê bexte
dûre bezeye, diłsexte
wek pîskey çinok zêřî pak
deşarêtewe le jêr xak
qełp û çirûk dekar deka
barî bê baran bar deka
gencî wek îdrîs deřfênê
hanayek le kurd destênê
keçî dagîr kerekanman
rizq û rozî berekanman
mawe dedat gelêk sałan
bo kuştinî kurd û tałan
felekî dek jêr û jûr bê
wek wiłatekem xapûr bê
***
îdrîs biray lemêjînim
rûnakayîy şewî jînim
tamî mergî xot pê çêştim
bo xemanit becê hêştim
qerar bû ber leto bimirim
cêge le lay babe bigirim
êreyît hat pêşim kewtî
pêş min le lay babe xewtî
zor be hełpe çawenořim
hawsay giłkoy to bê gořim
jêr pêy barzanî bê serim
hejarêkî bextewerim