şîngêřî

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  612 Dîtin
kak hêminKes biray şîrînim
çawan degêřim natbînim
zilkiwêran dełên mirduwe
koçî yekcarîy kirduwe!
diłey piřkiłołî hejarim
gyanî bê oqre û qerarim
bemergî to baweř naka
çon bê minî letwêy xaka?
to yek hogrî mindałîm
hawşikłî û hawkirç û kałîm
hemdemî demanî lawîm
tewawkarî natewawîm
haw hengaw lerêy xebata
hawbeş lehat û nehata
hewał diłdarî kurdistan
hawpêşmergey zêdperistan
hawsirûd xwên, bo azadî
bo rizgarbûn le bêdadî
hawsenger dijî dagîrker
namoy xwênmijî serexer
hawqetar le derbederî
be hejarî û xakeserî
hawqełem, hawbîr û hawhest
haw ziman, hawdił û hawdest
her yekêk bû «hejar hêmin»
minîş herto bûm, toş hermin
řuḧêk bwîn dabeş le dû leş
dû leşî mandûy bext řeş
peyman bû be cêm nehêłî
wêłim nekey leşwên xêłî
barî xem wêkřa hełbigrîn
dwacarîş pêkewe bimrîn
toy kurdî wa xawen bełên
çî toy kirde peyman şikên
gewî beyn û beqat hełbiward
xot be’asûdeyî espard
la barî xem xwarît lada
ewîş be mil minda da
cařz bûy le dunyay bêfeř
dunyay piř le dezbiřî û geř
dunyay wiř û gêj û kasan
gewher û emek nenasan
dunyay bazařî namerdan
dunyay xem û kuł û derdan
xelesî ledem har û mar
tekyewe lew jînî gemar
jyanî piřjanî bê derman
geyştîye hewarî her man
bo ew koçey bê min kirdit
ew beşe xoşyey to birdit
zamî gyan û dił besoye
şîn bo xome nek bo toye
xozge ber leto demirdim
to şîwenit bo dekirdim
dûr leto diłgomî xwênim
be gaznidewe detdiwênim
minş wek to qełsim le jyan
«bo çit cê hêştim hêmin gyanHisaba Ebcedê: em dêřey dwayî be ḧîsabî ebced ebête sałî wefatî mamosta hêmin «1365»»