wek barzanî nabêtewe

yadî yazde sałey koçî barzanî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  538 Dîtin
barzanî bawkî pîrozim
cêy fexir û şanazîy hozim
ewe mawey yazde sałe
ke le min sed hezar sałe
her be řwałet lêm terîkî
wekî dîş her lêm nizîkî
le to dûredîdar mawim
xoşim nazanim çon jyawim
xemî dûrît kirdî karê
oqrem nîye behîç barê
hêndey dûr le to mamewe
le tûnî xem tawamewe
nema hêz û pêz û twanim
ke lelam, bê ser û zwanim
leswêt wa kize somayîm
natbînê çawî asayîm
be gwê le bextî negrîsim
naşîm fermûdet bibîsim
namkirê wek carî caran
bême lat wêřay hejaran
yek yek beserman keyewe
diłxoşîman bideyewe
bełam legyanî nizarim
le dîdey diłî pejarim
win nabî û hergîz win nebûy
min bê to toş bê min nebûy
şew bexew ya be bêdarî
hay le lam û tom lê dyarî
le dinya her to debînim
bo bûye rûge bo jînim
ta basî xawen huneran
ke hełkewtûn le her deran
le kitêban wedexwênim
le wêney to řademênim
le hember toyan řadenêm
gurcê giştyan wela denêm
le bezeyî be hejaran
koł nedan le řûy bedkaran
lemperî sitem peřandin
gel bo azadî bizwandin
leser feqîr fîz nenwandin
diłî xwênmijan toqandin
wefadarî degeł yaran
hana û pena bo hejaran
nemdîwe kes wekû to bê
naşê hîç kesîş wilo bê
lewsawe dinya dinyaye
hawtay bo to pê şik naye
kake barzanîy rêberim
ey tancî serim, serwerim
lew mawey, êwe koçu kird
eger pirsyar bikey çu kird
lew sawe bo lay xuda çûy
le ême terke dîna bûy
dûr leto sêwî maynewe
sîs bûyn û nebûjaynewe
hat û bextiman werkewtin
dujminman lê wexo kewtin
le away û gund û şaran
hezaran kiran bo mibaran
leher la gemaro dirayn
kujrayn, birayn û dîl kirayn
be hezaran le dar dirayn
zorman zînde beçał kirayn
be derdî japonyan birdîn
be dermanan qiřyan kirdîn
aware bûyn û derbeder
derman dawî bê çareser
îdrîsKesy cênşînî to
řołey aza û emînî to
hana bû bo birîndaran
çaresaz bû bo bêçaran
kone zamî birjandewe
kulmanî damirkandewe
mixabin çerxî dił bekîn
ewîşî pê rewa nedîn
bełam ba çerxî bê barîş
dagîrkerî kurdewarîş
tê bigen kurdistan xwardin
xo lemafî řewa bwardin
beser çû û bawî nemawe
řołey kurd peymanî dawe
ta mawe ke her deşmênê
le azadî waz nahênê
ta mafî řeway destênê
le barzanî cê nemênê