kurd le fermûwdey to naga

yadî deyemîn sałî koçî barzanî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 8 Xulek  619 Dîtin
êmey kurd çîn? nayejim kêyn
debzûynewe, deçîn û dêyn
beřwałetî canewerîn
kamî? le giştyan kemtirîn
canewerî kêwî û kewî
zilî, giçkey, berzî, newî
werbikewn, bileweřên
serbestin, lêyan degeřên
her le mêrû ta mel û mar
heyane şwênê bo sitar
hîç la bê lan û lane nîn
bê bûdiř û kulane nîn
her gelî kurde lem nawe
bê nane û bê lane mawe
lemałî xoy tere kiraw
hêz lê biřaw, dewre diraw
lehemû lawe řaw dekirê
tûş tepke û tełe û daw dekirê
zwan beste, dem dadûraw
giştî xawe û xiřî biław
xakê ke debû hîn xoy bê
le songeyeda nan û doy bê
let lete dagîrkirawe
çend morî pêwe nirawe
dahatî ser zewînekey
beruboy, wişke û şînekey
befîřo bo em û ewe
řojîş bê bo ew her şewe
beydes kirawîn le xoman
bûyne desemoy namoman
lexo biław, bo ewan koyn
eşê sewley ewan bixoyn
ẍeware dirzyan dadawîn
gerek cackî wan bicawîn
be çend nirtik nawnirawîn
be çendîn řeng, řeng kirawîn
xoman lebîr birdotewe
řegezman lebîr çotewe
lecem kem û bedem zorîn
lapresenî bermaw xorîn
bo danî ewan bûyne aş
bîlamanê yek bûyne caş
le caşetîşda çend corîn
sorîn, şînîn, bozîn, borîn
caşdarekanîş dij yekin
leser paşûn çeng weçekin
be cûte têkman berdeden
seyr baz û gazman deken
şeř û kêşe û ḧelelaye
şeř leser lêfey melaye
şêr û xet, wişk û teřyane
leser zêdî kurd şeřyane
êmey ke pûk wek pełaşîn
bo desteçîley şeř başîn
ba desteçîle giř bigrê
çiş ba caşgelyan qiř bikirê
le’akam herkam serkewt
yan nakam fisî da û xewt
nabê şîn gêř bîn bo mirdûn
bo genc û řencî babirdûn
naşê diłteng û peşêw bîn
zorekîş bê, ken le lêw bîn
bo ser dawet ban kirawîn
bareberî nan û awîn
gereke biçme naw bezim
le zemawenda hełbezim
hełpeřkêkeş le çi layê
be çend zuřna û çend hewayê
zînde bad, ye’îş û yaşa
bêjim, her lexom kem ḧaşa
bijî bêjim we zwanî xom
zor giran tewaw ebê bom
nîşaney gel peristîye
mercî caşbûn bê hestîye
sizay gelxiwaz lay caşdaran
qenareye û gullebaran
***
carêk le nêrîney şewa
cîhan le ẍuřabî xewa
minî şeket piř jan û derd
be esrî germ û axî sard
řûy zerdim berew ḧewa kird
gaznidem lelay xuda kird
xwaye xot eyzanî çi toyn
axir xo êmeyş koyley toyn
leweta lem serzemîneyn
lejêr em ’asmane şîneyn
her piştiman beto bestuwe
her benî toman ristuwe
detgatê nałe û nûzeman
xwa hawarî be kiřûzeman
em ḧemke řołe kujyawe
ew giş sawaye bê bawe
ew giş kîje azyet bare
ew giş pîre lêw bebare
em lehîy xwên û esrîne
em hemû şepořu şîne
debyey, debînî her demê
kwa le hewrî bezet nemê
wityan to zor xawen bezey
dij em karyele naḧezey
derdî kurdî wa lêqewmaw
diłî berdîş dekate aw
çone hîç řuḧmî pê nakey
takey em bazaře takey?
kêy tir leser em zewîte
wek kurd şyawî bezewîte
***
lepiř gwêm le qaqayek bû
zanistî naxuyayek bû
be’awezim pê exenî
ke ey xêwî mijî genî
xwa karî we binyadem çes
lexoy berpirsyare herkes
derdî kurd key karî xwaye
meyxe mil xwa em xetaye
xot bidoze bizane çît
weydoze mayey negbetît
to gelêkî leçaw gelan
nefamtir le wirçî telan
çendîn çerxe lewsawe hey
ne têgeywî ne tê degey
destit girt beklikî tazî
gurgit lexot kirde qazî
ew cêy nawit na zêdî kurd
beheşt êreyîy pê debird
herçî pêdawîstî jyane
mayey xoşîy leş û gyane
le behrey kiştukałewe
le xezêney jêr çałewe
mişeye lezêdî toda
bo xot hemût befîřoda
xot kird beçîlke û çałî deşt
bo ardûy awirgî zerdeşt
le mubîd û muẍ peristî
pûşîşt nehate destî
negořay ta dinya gořa
ta dîn û dinyaşt dořa
fêrbibwî serbest nedejyay
bebê piř û pûç nedeşyay
le çoł gila bûy kewtye çał
tazî hełînay be şemał
wabuwe pitir le hezar sał
şiře beřey kone sîpał
bo mela, bo şêx, bo derwêş
serbexo xot kirde řimkêş
beřîş û pirç û ḧaw û ḧû
mirovayetîyt ledest çû
tekye û pîrit heba bes bû
małî xwa bê to bêkes bû
detut kê le xoşyan larbê
ba ber be ḧoryan teyar bê
to her le şwên xeyał geřay
xoşît newîst bibřay bibřay
dinyat da be dinya xoran
xawen zêřan, xawen zoran
bê sił kirdin lêt hatne pêş
xanî gêj û tûtnî xoş kêş
ta xwêntyan bo mijya miştyan
çendîştyan bo kujya kuştyan
le akama beşyan kirdî
herkê çîy berkewt birdî
biryay, xuryay û qwît diryay
to her witit betemay xway
hîwat bû xwat bête firya
key ber eda darî birya
paş mergîş leber diłkiwêrî
tołet bexuda despêrî
***
gelanî la le tekye û pîr
lebîr derkewtin betegbîr
bûne řunakbîr, bûne jîr
pis pisyan kird gewî zincîr
xeyałat nedelwa boyan
hanayan birde ber xoyan
piřu pûçyan kujandewe
sîsayetyan bûjandewe
min minyan bû be totoyî
jînyan zor berewpêş řoyî
lesongey azadîxwazî
bazyan da ser pîşesazî
deryayan pişkinîn şeşdang
leser bałan fiřîn bo mang
be cewheranî hunerwer
leser zewî bûne serwer
hîç canewerêkyan nebward
ḧezya bûn marîşyan dexward
toyş ke le wirgî marda bûy
pêşe şikyaw hařdirabûy
marî kurdixorîşyan xwardin
betûnî wirgyan espardin
toy ke qet wek miro neçûy
le nebû nebûtrîş bûy
be’ezmî çwarem geyştûy
hêşta her atacî nuştûy
demit nemawe, her bedem
nawî xot nawe binyadem
detbînim lem dinyay berteng
xot lê gořîwim be çend řeng
sûrî, şînî, borî, keskî
xeyał berpanî, bîrteskî
kirmanc û soran û goran
bê agan le baw le boran
nîwe her dem be nizaye
nîweş diłdarî ḧezyaye
le hemû jînta seranser
her carêk hatit hateber
leber wiřî û gêjî û kasî
xidrî zîndet dî û netnasî
ew humêdet barzanî bû
nimûney lekarzanî bû
gelperist û danaw zana
merdê bû be hemû mana
be azayî bê wêne bû
tasengî le hîç kwê nebû
qesteserî zordaran bû
dilovanî hejaran bû
ẍîret şanazîy pê dekird
huner kiřnûşî bo debird
nîw çerx pitir ew merde
ew nebeze, ew neberde
betemay dest û bazûy xoy
têkoşa, to bizanî toy
têbgey ke toş însanî
bederdî dîlît bizanî
nyazî wabû azadit ka
be kamřewabûn şadit ka
bebê çek bedestî xałî
qoł û meçekî hełmałî
ledagîrkeran řapeřî
řîzî kurdixoranî diřî
topandinî û çekî kirdin
becarêk zendeqî birdin
qiřî xiste dagîrkeran
nawbangî geyye henderan
pełey nengîy toy siřyewe
abřûy dizrawtî kiřyewe
bełam toy le huner tekîw
le jyan qet azadî nedîw
wa fêrî nanî namo bûy
dijî jînî serbexo bûy
bûyte bełagêřî dijit
bûyte metał bo xwênmijit
tifeng beşan, xencer lemişt
firiştey bextî xot dekuşt
yan bê layen seyrit dekird
ḧîzebxoyî derit debird
řêwşiwênî barzanît newîst
amojgarîyekanît nebîst
toy nexoşî leser mirdin
qełs bûy le derman kirdin
ger to qedrî xot zanîba
şopit şopî barzanî ba
êsta caş nebûy bo keran
ałat deşeka leseran
’arebî le her pîs pîstir
le berazî har negrîstir
neydekira hêrişt bo bênê
saman û gyanit biřfênê
gundit ber bildozer bida
mişkî û xołit weser bida
bew nyazey binebiřit ka
be şîmyayî qiřit ka
bikat le gundan û şaran
wirde û yexsîrit bombaran
hełebce û badînanî to
zêdî piř pît û cwanî to
le jêr agir bibne xapûr
hejdîhaş seyrken le dûr
seyre gutit ḧezya aman
bimgenê destim be daman
to çît leserit bêne cwaw
toy wek kewî kułîw xuraw
dengî birçî kwa deygatê
dijit nanî toy dedatê
êstaş lepaş derbederît
degeł em jîney bê werît
her bîna bem zwaney nedûr
wek řeşekanî çermesûr
her nawit bê û xot nemabî
bî bî canî sînema bî
gutmê zanistî be aga
kurd defermûdey to naga
kurdî wa hejarî kêwî
nazanê to çi daxêwî