be dawe we’zî û xoşî be tawe ya ḧafîz

Li pirtûka:
Dîwanî Meḧwî
Berhema:
Meḧwî (1836-1906)
 1 Xulek  1524 Dîtin
be dawe we’zî û, xoşî be tawe ya ḧafîz!
le hełqułane kelîkî dem û liçî wa’îz
defermiwê ke ḧekîm û dewa meye û saqî
degirnewe le nexoşî mina ke wa ḧafîz
ke basî lêw û didanî biken, be der dekewê
nîsarî le’il û guherkirdinî demî lafiz
le neqsî batîn eser axrî debê zahîr
le axra şel û şêtî ’eqîde ma caḧîz
çi şoxe! hatbû goya ’eyadete meḧwîNasnava edebî
ke řoyî, řûşî nedamê biłê xuda ḧafîz