be dawe we’zî û xoşî be tawe ya ḧafîz

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 1 minutes  1525 views
be dawe we’zî û, xoşî be tawe ya ḧafîz!
le hełqułane kelîkî dem û liçî wa’îz
defermiwê ke ḧekîm û dewa meye û saqî
degirnewe le nexoşî mina ke wa ḧafîz
ke basî lêw û didanî biken, be der dekewê
nîsarî le’il û guherkirdinî demî lafiz
le neqsî batîn eser axrî debê zahîr
le axra şel û şêtî ’eqîde ma caḧîz
çi şoxe! hatbû goya ’eyadete meḧwîPen name
ke řoyî, řûşî nedamê biłê xuda ḧafîz