řûtî dî lew řojewe ger řoje sergerdane řoj

From the Book:
Dîwanî Meḧwî
By:
Mahwi (1836-1906)
 3 minutes  6156 views
řûtî dî, lew řojewe, ger řoje sergerdane řoj
geyîye êware, wekû min, îşî quř pêwane řoj
řehřewî řêgey meḧebbet wa debê, her se’yetî
ta heye lem řêge axir karî serdanane řoj
la cerem kirdûye nûrî cîlwey ew mahe be çaw
dewrî bo ew şem’eye daym wekû perwane řoj
şew be ême ba newîdî hatnî cananî da
ye’nî: ey şewnim gelîne! mijde bê mîwane řoj
metłebit ger yare, her se’ît be kare da’îma
bo tewafî qapîyek wa berzede damane řoj
şew debê badey le destî saqyek wergirtibê
em sibeynêye le meşrîq dête der mestane řoj
ełbete mecnûnî řojî řûmetî leylayeke
muttesîl, şam û seḧer, kewtûte em şaxane řoj
mahekem emşew şukir piřtewfişanî xaneye
qet le derga derdeçim ger bête em serbane řoj
em gilarawey le ’îşqe ta qyamet her debê
sed mesîḧa çarî naka, derdî bêdermane řoj
řoj û şew em serzemîn û binzemîney pişkinî
nebuwe şwên hełgir le ’eksî cîlwey ew canane řoj
řoḧî be fida ke, bizane kêye çewgan bazeke
meḧuyaPen name çewgane ’îşq û, goye lem meydane řoj
ḧeqye řoj û şew ke bêtabî deka, wadey wîsal
şew bû, bê beş ma le wesłî ew serapa cane řoj
şew çi şew, lê pişkuwawî qeřneha subḧî umêd
her le dawênî yekê subḧa be lek penhane řoj
şew şewî mî’racî şahî enbya bê, wa debê
bîperistê, bełkî sucdey bo biba her ane řoj
şew nebû, beḧrî muḧîtî ’enberî bû, nawî şew
bû be nîsbet ew şewe, xaksiterî gułxane řoj
bo kemê lew ’enbere, bo teqwîyey řoḧî demaẍ
bênî ka, wek ême, daym çaweřêy îḧsane řoj
min fîday ew zate bim, bew, ew şewe bû bem şewe
ta qyamet her ḧesed ba bew şikoh û şane řoj
to qibûłim key be ’ebdî xot û bendey ew, xuda!
ta bibête xane řûbim, çend eger xaqane, řoj
da’îmen serxoy û ser al û seḧabey bê nîsar
piř be ’îlmî to, selatî to, heta tabane řoj
bełke ta ew weqte mebrûke mubarek cêgeye
ẍeyrî nûrî ew, ne meh nûrî le nawa ma ne řoj
lew selatane ke wek gewherin û dedrewşênewe
cîlweder, lamî’, hemû řexşinde, wek řexşane řoj