her şew nabê

yadî sałêk le koçî řwałetîy barzanî
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  545 Dîtin
ser le êwareyek direnganêk
tarîkan tengî nwêjî şêwanêk
kunde bûmêk le kawlekî wêran
gazî kirde giroy beřoj kwêran
derkewn mujde wa řoj awa bû
tîşkî xor wek çuqił le çawa bû
bibuwe weyşûme řojî řûn boman
şewî řeş xoşe xoşî bo xoman
***
çekçekî û circ û kirmî fosforî
hatne der bo geř û hewa xorî
germe bazařî laf û şat û şût
dadepoşê řeşayîy şew leşî řût
yek dełê řoj leber min awabû
ewî tir boy lemil deden wabû
em bedem sûre ew bezar zerde
ta kiş û mate şew hemûy merde
***
şine ba xunçeyekî řadejenê
demî xunçey xewałû pê dekenê
pêkenînî beze be awezyan
be pelî û kemberîy řibe û gezyan
ew dezanê ke tîşk û tînî hetaw
le birew nakewê beçawu řaw
***
kake barzanî, toş wekû tawî
çûye pêwar, bełam nefewtawî
řencê to dat leřêy hejaranda
merd û řendît le koř û meydanda
ne’retet gyanî dujminanî debird
le to toqîbû çawî dujminî kurd
zor le dagîrkeranî kurdistan
be destî to nirane gořistan
kêye? tacîke tirkî toře, ’erew
gêle caşe, te’ale, gête, birew
nawî toy bîstibê û netirsabê
yan henaw û zirawî pê mabê
le hemû ko û kejî wiłatekeman
lêřu bê daru zurk, deşt û çeman
xwênî bedkarî kurdî lê řijawe
morî azayetîte lêt dawe
ba heta wa şewe fisos û çeqeł
kilkyan toz bika û biken gengeł
ba mişk ser hełênê bêjê min
zorî pê naçê deçnewe naw kun
mêjû wek pîremamî toçêne
bepşû, kawexo řenêw hêne
sał û mang gêjewê deka û tetełe
saf dehêłêt û toř deda deẍełe
dan bijêrî heçen leserxoye
bê şik û soye lagrî toye
to le ’asmanî pyawetî xorî
hemû aza kemin eto zorî
tîşkî to her bîna serî dawe
nawî to ta hetaye her mawe