ta key?

bo bîrewerîy şehîdbûnî «kamran nicat allihî» nûsrawe
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 4 Xulek  529 Dîtin
gelî kurd leweta heye
em lewetayeş ta keye?
hergîz bextî neyhênawe
her jêrdese û dîl jyawe
azadî be çaw nedîwe
qet xoy be şit nezanîwe
her çî kirdî, bonamoy kird
le řay bêgane jya û mird
***
çarde çerxe le songey dîn
nazanîn berew kwê deçîn
koyley pêxwasî pet weser
bê deretan, kiz û leçer
bendey kiławsûr û řeşîn
bext řeş û mil be heşîn
aẍaman degij yek řaçin
xo bexoş yektir dapaçin
êmeyn le xwênda şełałîn
leş ḧeram û xwên ḧełałîn
bo xo bekujdan yekemîn
bo jyan ta xwa ḧezka kemîn
***
bûmuslîmî xurasanî
dinya degrê, be hasanî
deyda be beçke hebasan
řewedey emeg nenasan
namerd çakey edenewe
noker be ser ekenewe
be gizî eykujin, emcare
êjin beçke kurd ẍeddare
selîbî le ber min řewî
min hîndim girt bo ẍeznewî
hezar û ewende sałe
gopałêkim lew ber pałe
pasdarî merzî êranim
xwên edem, ebexşim gyanim
bo şeřî efẍan pêşengim
le řwî ’usmanî ecengim
***
ta hera û xo bekuşt dane
kurd çawî řastî êrane
bełam her şeř dakujawe
wejêr pa edrê em çawe
kuştem wepûş ḧesaw eken
mawekeş tengetaw eken
nawî «merizdarî ẍeyûr»
egořê be «wesłey nacûr»
naşê wezmanî xom bidwêm
gerek le pêst xoma bipwêm
nakirê daway nan û aw kem
nabê pyawetî řeçaw kem
birsî û řût bim, geřbim, kwêrbim
debê şukirane bijêr bim
her bêjim kurd kwanê heqî!
pêm êjin kafrî mutłeqî
dergay bezeyî dadexrê
ḧeşamatim lê deng edrê
minał û meznim demrênin
we naheq xwênim eřjênin
***
hîç dûr neřoyn, taze, taze
em kurde ser pirdebaze
le řûy milhuřî sitemger
sîngî řûtî kirde siper
le kurdistan le mukiryan
sedan law ber gulle diryan
xwênî kurdî çaw netirsaw
bûbe amyanî înqilaw
kuştem da le hemû şaran
tenanet le şarî taran
pêşengî xobext kirdin
hîç sił nekirdû le mirdin
dił tînûy azadîxwahî
«kamran nicat allihîKes»
kurdêk bû mamosta û zana
azayetî kurdî řana
bû be sermeşqî azadan
hemû azay ders dadan
lew fêr bûn xobext kirdin
řêgey dijwar text kirdin
keçî hêşta xwênî kurdan
le ser herdan, le bin berdan
sûrayî kał nebotewe
kirdeyan lebîr çotewe
ewey xoman bo da be kuşt
xwênî dujminanman bo řişt
wek nebay dîbê û ne boran
dawyete şwênî gelxoran
le beşman çaw denuqênê
gerekye le bineman bênê
xořî û tořî dine dawe
be çexmaẍ û be têławe
řijane naw kurdewarî
dadepaçin gundî û şarî
obał weboq mil gay bine
qełtubiř exene sine
le neẍede, lemerîwan
herwa zyad eken hetîwan
herwa qoşene û debziwê
giş kes dezanê berew kwê
berew zêdî kurd û goran
bo wêzey kirmanc û soran
***
êjim çi bwe? çî qewmawe?
dêr hatûm? kemim hênawe?
min xwênim leřêy êwe řişt
legeł êwe taẍûtîm kuşt
kir çîye lem têwedane?
çon sizay maç pêwedane?
çîm kirdiwe? gunahim? suçim?
boç latan bê nirit û pûçim?
êjin: wis… her kurdî beste
řezat tałe, xwênit xeste
to daway goşt bo leř ekey
legeł xudada şeř ekey?
***
ey xwaye çend çareřeşîn!
çon le hemû maf bêbeşîn!
key legeł toda cengawîn!
firyakewe, zor tengawîn
labe em zorye zoreye
xot fermût «hel benoreye»
swawim hêndey nobedarbim
takey bêkes û hejar bim?