demeteqey qoytas û pîrot

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  599 Dîtin
wek eyzanîn lesayey xwa û gelanî nebezî êranCih beserokayetîy xumeynî agirî sitemî şa û sawak be xwênî řijaw kujawe, gelî çewsênraw û jakaw bew řizgarbûne bûjawe. deşîzanîn kurd, azerî, bilûç û turkuman, ’ereb ke çend qat sitemyan dîbû? lem řêgeda bo cwêndan be şa û bo xwêndan le farseke nemayewe. min lelam xumeynî îmam be řastî bû ke deyfermû «le naw gelî musułmanda ferq û cyawazî nîye», bełam daxim ewaney dewreyan dawe? baweřnakem hemûyan wek firîşte bin. bo nimûne sefdiřoke û xałxałoke û çî çîlokey wa peydabûn, benawî tewḧîd, tefreqe û ajaweyan xiste naw û bûne mayey xwênřişitin û birakuştin le komarî îslamî yektirgirtûda. her lew sawe daway řeway kurdî musułmanyan daye dwawe? dwayîş gelêk karî nalebarî bedudahat? carubar leber xomewe herçend le şî’rîş çûmewe? qirte qirtêkim kirduwe. wa le heştê miştêk dexeme berçaw, ta tê bigey ke çend le şa’rî dûrim.
q merḧewa pîrot. xasî? weşenî?
basuxwas çeye? weçî: exenî?
p wexwa bêjim çe? legiş la qawe
êjin taẍûtî kostî řimyawe
înqîlaw bûge, êran azade,
řejîm berbade, merdim diłşade
giş kes lem werze demaxî berze
kêş nařazî wê mufsîd fîl erze
sawak gageln we beryan eden
qesaw kumeyte le seryan eden
q kuçkit lê warê pîrote gêje
em fiłte fiłtet wekurdî bêje
řejîm û taẍût mał çe şarêke?
mufsîd fîl erz ber çe darêke?
p řas êjî eşê bimbûrî qoytas
we kurdî ewşim qisye û dengubas
merdim we giştî yek řeng û yek deng
keftine meydan weçeng û weseng
qełay zordarî milhuřyan řimand
leşkiryan şikand, tołey gelyan sand
lem tê berdan û řawe weraze
şaw qewm û qîley bûn peřewaze
şakey ewsake îse taẍûte
řejîm çitê tał wek jeqnemûte
mufsîd fîl erz, wase dij meła
keftose seryan giş qeza û beła
kumeyte wase minał yel weçek
řîş weban çene, des leser kutek
q nayjî em cenge eřay çe kirya?
taẍûtî bûçe le tabût nirya?
p melagel êjin eřay serbestî
yeksan ekiryen biłindî û pestî
giş merdim êran wemafyan egen
eşê çunyek bin zuřat û cegen
q sa we’ême çe? p ca eme cwawe?
ême kurdigelîş kujyawman dawe
lem beş beşêne kurdîşî tyaye
q pîrot em qisyet badî hewaye
melîçk xoy çes ta şorbawî bê?
kurd ta wa kurte naşê nawî bê
ême xerîkîn welyek ecengîn
ta wabê sengîn? her mayey nengîn
p řas êjî, ême gelî xoxorîn
tawayş bîn, her ser leber satorîn