tawanî mîre

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  521 Dîtin
werzêr kerekey berew leweř nard
xoy xewt û lepiř gurg kerî xward
řûy kirde telarî mîrî kore
karit webê, nařewaye zore
kwanê kerekem le to gerekme
bê bareberim be carê pekme
mîr pêkenî: xot hełe û peşêwî
çon xot exewît û ker le kêwî?
kabra witî řast ekey nezanim
piř jane le destî xom jyanim
pêm wabû ke to bexêw dekem min
pasim degrî le ḧandî dujmin
wemzanî ke çawî min çuwe xew
bêdarî le dewrî min hemû şew
nanî me hemûy fiřî be fîřo
gurgî zile bome mîrî wek to
çawim çuwe xew le xot ke xewtî
debwaye le xot nenûm, ke çewtî!
mîr berzewe bû guřî le yaran
kwa şîr û řim û girûy swaran
lem řokewe swênd be nanî cûtêr
ewnane ke mezin û mîr deka têr
ta gurgê le kurdewarî mabê
xew nabê bedewrî dîdema bê
wa řawe le şar û kej, der û dê
çwarpê keme zore gurgî dû pê
her çendî hejar û şwan û gawan
zyanî dî le min bisênê tawan