dermanî debaẍ

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  522 Dîtin
le bazařî bonxoş firoşanî şar
desûřayewe mamî pîrî hejar
be ber lûtîda çû gelê bonî xoş
nexoş kewt û tasa û gila û çû le hoş
yek eyut diłî sist û bê hêz buwe
de deygut diłî sistî çî? mirduwe
bijîşkê lewê řadebird lew deme
desî girt û pirsî çi kares eme?
ke pêy zanî pêstan denête hełał
wekoy kird qulê cîqne û zibił û zał
be bogen dem û lûtî kabray henû
dem û des wexo hatewe û day pişû
lenaw bogenîda temen řabrê
ne seyre beboy xoş miro bişmirê