řenc û genc

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  712 Dîtin
yekê pîrî cûtêr nexoş bû demird
kuř û kałî amojgarîy dekird
zewîwzarî xotan ledes xomeden
neken min bimirim û be pendim neken
le bawkim şineftigme lem bareda
ke gencê heye lem zewîwzareda
bigeřên be şwênya edozrêtewe
le řûtan derûy şadî ekirêtewe
***
le paş ew le lay kuřgelî merd û řend
be awatî genc řaweşa pîl û zend
be bêł û be gasin, be teşwê û be paç
le giş laye debzûtewe dest û qaç
zewîwzar gelê car serujêr kira
giłî kêłge giştî le bêjing dira
ke peyda nebû kûpełey zêř û zêw
weku pêşû daçêndira werd û şêw
weha lêk dirabû zewî gişt le gişt
le werzî tira yek be sed bû biřişt
kuřan tê geyîn kakłî pendî pîr
le řencî fire gencî zor dête gîr