ke mird leyla xeberyan da be mecnûn
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
852 Dîtin
ke mird leyla xeberyan da be mecnûn
îtir dinya leber çawî nema řûn
yexey let kird be řořo û dad û hawar
be şîwen řoyî bo lay meqberey yar
le gořistan minałêkî bedî kird
be çawî sûrewe pirsî bewî kird
gutî leyla lenaw kam goře medfûn
witî hêşta le ’îşqa kałî mecnûn
leser her gořê tozê gił cya ke
beyadî ’îşqewe bonî pya ke
leher xakê ke bonî meylî lê hat
weser ke xak û xoł ew cêye cêgat