debû bîzanîba

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  600 Dîtin
dełên carê le gundê řêbwarê
bibû mîwan le małî cûtyarê
şewê şêw şorbe maşî şor û şil bû
kebanûy mał hełîlûşî teẍarê
ke hełsa defir û amanan wekoka
ciřêk hat her weku dataşî darê
dełên mîwan dewarî xanexwêye
weku neybîstibê xoy da kenarê
şewê cêyan leber dergawe çakird
kira řêbazî nêw jûr û ḧesarê
kebanû nîweşe û gû tawî dabû
hełat bo der bebarê pêy biçarê
negeyye cê û leser mîwan hełî řişt
weku gamêş leser şînkey beharê
witî mîwan: kiłołî hoşî xomim
çima gwêy aw nedam zirmey pilarê
ke çexmaẍey deda kungit serî şew
debû bimzanya baran debarê