firişte

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  544 Dîtin
bo kuř cinêw ebarên mela debêjê parên
tajî mehêne małim firişte lêm detarên
řojêkî kuř betajî kerwêşkî şînî hêna
ta daykî kêrdî tê na mela goştawî lêna
dûgirdî nwêjî ta řoj be şanî tajîda da
kuruşme bû le dewrî newek leşanî lada
beyan bedem nizawe betaw epařayewe
beřewt û dem germ bî beřastî hot dayewe
ew goştawe û biřişte le ton xem řewênekem
derdit lesed firişte tamezro şikênekem
firişte bê, be bê goşt le małî ême najî
kerwêşkê bênê bo min firişteyêke tajî