çake legeł xirapan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  541 Dîtin
řojê dûpşikê kewtibuwe naw aw
bê hêz û damaw wek nîwe xinkaw
řeqêkî awê bezey pêda hat
wîstî le mirdin řizgarî bikat
swarî piştî kird çûne îşkanî
dûpişk helî be derfet zanî
gutî: le mirdin kirdit řizgarim
ta demirim bo to supasguzarim
kilkî dirêj kird naye naw destî
gwaya bo supas derbibřê hestî
řeqeş be pencey ser kilkî kuşî
be pêwedanêk datoła leşî
çizûy jehrawî her geyşte leş
řojî řûnakî lê bû be şewřeş
wiřêney dekird le gyaneława
bo pyawetîm kird legeł napyawa?