mişk û mêrû

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  663 Dîtin
mişkê wamî kird genim le mêrû
zistanî řabird têr û be êrû
hawîn ke mêrû çû daway lê kird
sed cwênî pê da herwa way pê kird
witî: barîkî serzilî qun xiř
bêm be gazêkim bitkem şiř û wiř?
çi řêt dekewê genimit lay min bê
min key wam lê hat mêrû tay min bê?
mêrûy bestezman çwe lay gurpebor
gutî xawen zor gurpey mişk xor
pyawetîm legeł pê nezanan kird
sûk barîm leřûy giran canan kird
pişîle fermûy min le gełta dêm
têy degeyênim ew kêye û min kêm?
mêrû lay mişk daykuta siław
mişk tûře bû, pişî gutî myaw
witî: ez gurî, deserit geřêm
wa çend lemêje le řibe egeřêm
bo xom be kołim bot ehênmewe
qurse parsengit bo exwênmewe
nermî tênaga sipłey bê emek
debê nermî key be zorî kutek