ewînî gewre

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  544 Dîtin
çî zor be nirxe û min şikî ebem
nîştiman be dił pêşkeştî ekem
min ewînî wam bot kewtote dił
awałme katê deşkewme bin gił
ewînê hergîz naka pirsyar
taqî kerewe carêk na sed car
ewînê herçî to biłêy dewêrê
zor amadeye nirxî bijmêrê
ewînêk herçî hesî zor û kem
dełê amadem qurbantî dekem