jin û semawer

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  543 Dîtin
jinekî kor le gundî lolan bû
dûre dîde û heta biłêy cwan bû
sofîyekî şêx řeşîdî lolanî
řojê lay şêx be derfetî zanî
witî: germin le xomî mare bikem
swênd exom derdî çawî çare bikem
sîse sofî jiney le barî bird
ne bijîşkêkî dî û ne çarî kird
şêx witî: swêndî sofî be diro bû
gutî: sûçî semawerî to bû
agirî kor bibû ne xust û ne hest
çapezit hate pêş û şîşî be dest
lîngî řakird û xoşî řakêşa
le kunî xwarewey pya kêşa
çawekanî geşawe hatewe deng
řejwe řeş bûnewe be sûre pereng
min witim jin semawere û kwêre
çapezî pê dewê û be şîş fêre
hênd xerîk bûm tya çema şîşim
wexte kwêrayîy daye çawîşim