wêraneye yan małe?

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  543 Dîtin
parsekêk xoy kutaye heywanêk
witî: birsîm leřêy xuda nanêk
xawenî mał gutî biřo nîme
witî: sa çoře awê tûnîme
gutî: awman nemawe laço biřo
witî: bo pîne bizguřêk le peřo
gutî nîme. witî:kutêk ben û daw
gutî: bes bay bide xeyałî xaw
witî: wam zanî małe êrane
lêm geřê ba biřîme wêrane
min lelam wabû xawenî małî!
toş le wêrane zig ekey xałî
tûrê hełbigre daynê em poze
were wêkřa biçîne deryoze