be laf pêk naye

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  572 Dîtin
pûşê kewte ser mîzî ker
mêşûleyekî peřye ser
deywizand: gemîwan xomim
melewanî hezar gomim
le deryay bê bin degeřêm
natirsim gerdaw bête řêm
kwa «macełan» û «dê cama»?
kê azaye bê belama
«kirîstover» şagirdim bû
gemyekeşî deskirdim bû
xoy hełkêşa leber xowe
ta mîzeker wişk bowe
le tunyan degeřa bê aw
biławey kird xeyałî xaw