diro be diro

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  635 Dîtin
aẍa detgut kołeweje
xwar û řeş û begrê û teje
destî řijd û nan neder bû
mîwan bo ew derdî ser bû
batûy ker û bayncanî
le nezanî yek ezanî
şa’îr şî’rî bo danabû
berew awejûy řanabû:
mang le cwanît şermezare
nanxorit hezar hejare
bejin û bałat sewłî taze
çawit çawî seqir û baze
kes lêtan wiryatir nîye
zîrek û zanatir nîye
aẍa zor lêy xoş hat eme
kewte bezim û gep û geme
witî: fermûdet diłgîre
dem xoşanet hezar lîre
***
şa’îr her ma û pare nebû
hawar nebê çare nebû:
aẍa lîrekan pêm nagen
fermûy pêm seyre têm nagen?
to diłxoşt kirdim be diro
minîş lew małe dam be to
diroman be zoran dawe
diraw bê nawe lew nawe
nirxî diro her diroye
weramî giłmet kiłoye