hełe le çîdaye?

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  571 Dîtin
yekê lay qazîyek şikayetî kird
bo simêł çewrî kûpe řonî bird
kûpe ta mil le mişkî axniraw
çinge řonêk lelay ser û berçaw
nyazî pêk hat û nameyan daye
qazî laye û kesî deřost naye
kûpe řon derkewt, fiřufêłe
serewey řonî řûn û bin lêłe
řayspard namekey hełey têda
bênê pakî dekem pełey têda
witî ’erzî ken em hełe û pełeye
ne lelay êmeye, le kûpełeye
her zilêkî be çewrî desbiř bê
çake wirgî le xołemêş piř bê