swarî mar

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  647 Dîtin
bê hêz buwe marî pîr
neytiwanî biçte nêçîr
somay çawî nemabû
bawî řawî nemabû
xişî be wirde loqan
ta geyye aẍay boqan
destî aẍay řamûsî
daybeste ziman lusî:
aẍay giran û gewre
kê wek to saye çewre?
boqî wek tom nedîwe
cîhan bê to hetîwe
ez gorî gerçî marim
her bê feřî bû karim
bełam lemřo bewlawe
geznideyîm nemawe
řawî canewer nakem
bedił be nyazî çakem
dałdem bide lelay xot
bimxe jêr xak û pay xot
bîke sindûqî serit
bim ke be bareberit
swarim be bo seferê
ba gunahim hełwerê
***
bo qaẍa bew hełdane
hełmisa wek henbane
bo qetî lebîr nema
ledłya geřa sema
witî: aferîm, zanay
cêm lelay xom bo danay
to marî xanedanî
dam û destûr dezanî
çît nyaze ba wabê
aẍaş ba diławabê
to bêyte ber awzengîm
bibî be espî cengîm
ebê hêzit tya bê
emeş bê bijîw nabê
mûçet dû boqî qełew
yekit bo řoj û yek şew
***
mar bû be espî aẍa
bo geşt û geř le baẍa
řûy le her şwênê ekird
boq kiřnûşyan bo ebird
beqîř û hoř le pêşa
huřayan bo ekêşa:
boqaẍa swarî mare
çînî boq barî bare
***
bo mar hełkewtibû hel
jînî xoş, têr û tesel
leser dû boqey mizî
lewla û lem laş eydizî
hêdî hêdî lêy xuřî
ta qiřey le boq biřî
ewsa witî: aẍay xom
kest nema to exom
cîqe û fîqey pê nawê
jyan ledił derawê
boqaẍa ta pêy zanî
mar kewtibwe qût danî
le mirdina bêçare
deyqîřand: mar her mare!