kerî bêgar

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  626 Dîtin
kabrayekî zor tirsaw
pişûswar řeng bizřikaw
beẍar řûy kirde małêk
xoy kuta bin herzałêk:
hawar penam hênawe
zor pîsim lê qewmawe
bekes mełên wam lêre
xawen mał pirsî: xêre?
gutî: daroẍey xunkar
keran degirin be bêgar
min eger çî pyawîşim
zana û xawen nawîşim
bełam lelay aẍaman
ne řamane û ne aman
hîçî leber çaw nîye
ferqî ker û pyaw nîye
dûr nîye daroẍey şar
piştim bixate ber bar
zana lelay lasaran
debne kerî bêgaran