dersî beçepok

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  640 Dîtin
mam gurg û şêr û řêwî
řawyan dekird le kêwî
sê kerwêşkyan řawkirdin
bo laney şêryan birdin
mam şêr fermûy: gurgî pîr
to lêman beşke nêçîr
gurg witî: sê laşin
her yek bo yekman başin
şêr tuře bû kefî çand
çepokî bo daweşand
çermî pişt û nawşanî
datekane ser řanî
emca řûy kirde řêwî
wa başe to baxêwî
gutî: yek ber qilyanit
yek bo şêwî şêwanit
yekîş bo serdemî xew
bê şêw ser menêwe şew
witî: aferîm řêwî
řibe û gez baş depêwî
zor başt beş kirduwe
lekam fêrget xwênduwe?
gutî şahim wa nebûm
pêşû wa zana nebûm
fêrbûm bîrî wird û dûr
lelay melay kewł sûr