daweł

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  626 Dîtin
le dawełêkim pirsî:
boç denwênî metirsî?
çwêlekan hełdefřênî
çi sûdêk wegîr dênî?
gutî: herkes wekû min
peřo û pałe ser û bin
mêşk û diłî kiłoşe
tirsandinî pê xoşe
dîmewe sałî dwayî
lew çołe be tenyayî
piştî bexem çemabû
fîşałî la nemabû
tîtał biław gêlane
bo qel bibwe hêlane
řadeja û delerawe
wirtey bû be dem bawe:
xom bextewer dezanim
penagay hejaranim