milî dirêj mêjuwe

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  1017 Dîtin
ga û wiştir û beranêk
tûş bûn leřê benanêk
lenawyan bû be kêşe
bo xwardin kê le pêşe?
pêk hatin kê zor jyawe
xwa ew naney bew dawe
beran gutî: min pîrim
legeł berxêk hawşîrim
xwa nardî bo îbrahîm
wa ew mird û min ejîm
gacût witî: qaweqaw
le demtaye şîrî xaw
min zor çeney lê nadem
zewîm kêła bo adem
wiştir serî danewand
be gazêk nanî řifand
gutî: mêjû nazanim
awate xwazî nanim
azan? mêjû bixiwênin
parûm ledem derênin