řêwî befîşał

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 1 Xulek  753 Dîtin
ser lebeyan taw hełat
mam řêwî le kun derhat
le sêberî xoy řwanî
be dirêjayî û be panî
xoy aza hate ber çaw
destî kird be çawwiřaw
gutî: wa bo řaw eřom
hîç nebêt şêrêk exom
gelê kirdî miłumo
tařoj hate nîweřo
sêber geyye bersingî
hîçî nekewte çingî
dîtî zorî birsîye
deygut: temaḧ baş nîye
her mişkêkim des kewê
besme û zigim desrewê
xeyał cêy nan nagrê
şêr be řêwî naxurê