tîtil û bîbil

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  680 Dîtin
řojî 16y abî 1968 le ahengî bîrewerîy damezrandinî partî le pirdî gełałe xwêndirayewe:
neqłî mam gurg û xo le quř nanî
nenk û bapîrekan deyanzanî
xwardinî tîtil û bîblî biznoke
basî xoman û kone çîroke
***
řenicberî ’arebî lemêj sałe
beserî qût û laqî bê kałe
dwazde mange çi xom, çi mindałim
boy eçewsêmewe û jyan tałim
xakekem zor be pît û deskewte
deẍłe, ajałe, tûtne, newte
çend berî lêřewar û çend mîwe
bereket lem wiłate barîwe
ser û ber pêm řenêw denê sałê
gesk û qamçî ehênê, eymałê
xakî xoy wirde řemil û xurmaye
areqey řeş deka le germaye
koşk û pankey kiřî be parey min
hêşte her lay kirête çarey min
qendeharîm kiraye nan bo ew
xuryekem bû beqatî cwan bo ew
dełê řankit şiřołe mem bîne
piř le espêye cilkî piř pîne
***
řay’ebwêrim minîş be keşk û beřû
nî’metî xwaye çiş le birş û keřû
eçme şar baredarê bifroşim
leşî řûtim be cawê dapoşim
şurteye, ’eskere, neheşt û neno
her kesey řam ekêşê bo lay xo
’eskerî û bac û donim û xawe
ḧakmîş carê karî pêm mawe
demdiwênin be «ya zimal» û «wilek»
basî nakirê beşim leḧepis û kutek
hêşte pê naşkurîm û nanałim
hewł edem bo bijîwî mindałim
***
ke çî serbarî em hemû derde
tawê na tawê pêm dełê cerde
bo kemit pêye! bo direng hatî?
bo jyan nabî zor kiz û latî!
cûlekey dûhemî û bełay sêhem
detkujim, naşłê pêm kemin kêhem?
ke ebînê le tan û po kewtûm
danî çîřn le xwardinî bêçûm
tîtil û bîblî dewên û fîłbaze
kon deçê û dête cê yekî taze
yekê şîne û dełê emin paşam
kuřî pêẍemberim, nizîkî xudam
yekî tir dêt ke şîne namênê
goştekem xoşe bom delûrênê
înnenî û înnenam û sûrbozim
xêwî bezmî temûzî pîrozim
ew deçê, gurgî zerdu ebłeq dên
beçke ’arf leşwênî ’efleq dên
řewe gurgin ewî deřon û dên
xo degořn heta nezanîn kên
herçî hat pêm dełê emin çakim
leweřim pêye bot û şîr pakim
hênde mawim heta le pişt çeperam
derkî lê danexem, bizane xuram
wek yekin bome zerd û sûr û kewe
derdî kabra gutî ’erew ’erewe