beserhatekem

yadî ḧewt sałey şořş
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 5 Xulek  662 Dîtin
ew kurdey êsta jêr deste
be xoy nazanê û bê heste
hêndêkî sûre û hêndêk şîn
hêndêk her tê negeyun çîn!
zorbey nuqmî řîş û pirçe
pêt waye amozay wirçe!
mamosta û xwêndewarekan
şamar û şademarekan
debin becaş, xo defroşin
bo dujminan tê dekoşin
hełweday kursî û dirawin
hest naken huře lê dirawin
bebîwir laqî xo debiřn
mirdin bo xizim û xo dekiřn
giştî paşmawey pyawanin
netewey xawen nawanin
***
ba pîrekanman le zûda
benawbang bûn le mêjûda
azayetî û kurd dwane bûn
tirsênerî bêgane bûn
mad û keyanî zû minim
zał û gîw û birzû minim
binaẍey zend û awêsta
leser pencey min řawêsta
ewsa bû, yonanî û aşor
nawyan nam kurdî xawen zor
***
bełam řojêk gerdûnî dûn
hełî daştim serew nixûn
wiştirî pê pan pêy lê nam
zerwe řeşke dimyan tê nam
xwênyan mijîm, le hêz kewtim
tiryakyan damê lêy xewtim
xistimyane qefesewe
dîl bûm bedest nakesewe
perdey řeşyan be serda dam
kes neyzanî mirdim ya mam
binûs kewte destî dujmin
segel şîşane gyanî min
gutyan kuřî cin û dêwî
çetey, dizî, serbizêwî
ḧełałe namûs û xwênit
bo êmeye cêge û şwênit
lêm ḧeram bû ḧełałî xom
bûme ẍerîb le małî xom
setan sałe heta emřo
min małwêran û řenceřo
sedcaran destawdest kiram
her car pitir bê hest kiram
dîwexanim berbad kira
tekyey le cê binyad nira
bijîw û samanyan birdim
fêrî mar girtinyan kirdim
***
çûm le mizgewtan bixiwênim
beřey xom le aw derênim
pêyan gutim qeza û qeder
nûsî le negbet neçye der
bot nûsra dîl û lejêr bî
debê şukirane bijêr bî
kê řût bê û lebirsan bimrê
le dunya padaş werdegrê
beheşt cê zergî derwêşe
espêwin karî le pêşe
jînî xoş û zorî berhem
řat ekêşin bo cehendem
çûme mekteb xêrî gyanim
bełku des kewê dermanim
lewêş mamosta dujmin bû
çawî le xwardinî min bû
dersekem be xoy daynabû
çî bom xirape têyda bû
fêrbûm kes dostî kes nîye
ta xoperist bê bes nîye
bira û dirawsê û hawmałit
bab û dayk û mam û xałit
giş be duqoşe bifroşe
qet bo komeł tê mekoşe
eger biłêy kurdim pestî
bełaye řegez peristî
nokerî bêgane kirdin
beşî kurde heta mirdin
azadbûnî nîştimanit
bide be diraw bo gîrfanit
qape areqêk le nadî
be tam tire le azadî
***
minî wa hejar û kiłoł
leş kirmoł, bijîw xak û xoł
zorbey leş û gyanim řizîw
ewey zîndûş mabû tezîw
wa bê deretan û damaw
lenaw qefes nefes biřaw
mil keç û çaw sîs û serşoř
bê tawwitîn, pê leser goř
hewday humêd wek mû barîk
dewruber û berçaw tarîk
lepiř gwêm zirîngayewe
çya û çoł dengî dayewe
şořşî kurde û barzanî
hate hawarî xizmanî
şûłî qefezî hełbiřî
perdey be xencer dadřî
dujminî xiste helwela
qezat le hejaran mela
çakî merdît kird belada
hewrî negbetit welada
ta dinya bê nawit mawe
lemêjû, bezêř nûsrawe
***
kuřî kurd kamey neřzabû
demarî pyawetîy mabû
kifin be şan, ser leser dest
le řêy serbestî řîzî best
dił piř û dest le ser xencer
tînû be xwênî dagîrker
toł estênî hezar sałe
pałewan řenicber û pałe
satêk leser cê nesrewtin
weşwên qaremanyan kewtin
jînî kwêleyî babes bê
ḧîzebxuyî bo nakes bê
mirdinyan wîst beser berzî
dił û dezgay dujmin lerzî
zołe kurdî namûs nemaw
řetênra wek pûşî lafaw
fiřoke û tankî top leser
behrey neda bo dagîrker
şika, bełam çoy şikanê!
her xoy û xuda eyzanê
***
kujrayn, xwênî dujminman řişt
heway azadîman hełmişt
bay bałman dawe le çyada
nawbangiman kird le dinyada
peř û poman der kirdewe
dîlîman le bîr birdewe
***
yabaş her leser bîrî zûy
mate bo kewî ledes çûy
qefeze şiřey hênawe
cûtêk caşûley tê nawe
yek kone caşe û manduwe
le zeře û cûte kewtuwe
îdîş mudêl şêst û şeşe
le ẍîretî kurd bê beşe
lelay dujminî xwênduwe
bergî şermî dakenduwe
çend lawîçêk coy bo birdûn
be neqîzeş fêrî kirdûn
delûşênin ta řawim ken
dûbare tûşî dawim ken
***
bełam tê nagen bêçare
eme îştyay befrî pare
emřo legeł dwênê cyam
kew nemawim, şêrî çyam
taze boy naçmewe naw daw
kurdîş debê bête ber çaw
ziman û edebyatekem
gułî hîwa û awatekem
pêwîste bigeşêtewe
naşê le bîr biçêtewe
debê ałay «xanî» hełkem
degeł hewranî têkeł kem
şî’rî «ḧacîKes» dexwênmewe
tołe le zoł desênmewe
goranKes û bêkesKes yad ekem
gyanî pîremêrdKes şad ekem
begřî newrozî řizgarîm
desûtê barî hejarîm
mam yaba xeyałit xawe
çit des nakewê lem řawe
swêndim be ’aba û ’egałit
kurd nabnewe be ajałit
şîryan bidoşî û pêy bijî
daway jyan ken byankujî
daw û danet xiř kerewe
leser wiştir byan berewe