qewane şiře

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1592 Dîtin
bû be hezar û çwarsed sał
legeł ’areb bûyne yek mał
xêwî qîble û kîtabêkîn
wek dełên bere babêkîn
bełam ew biray îslamem
ew kake nêre zelamem
herçî hembû birdî bo xo
minî kuşt be herzin û co
be fermûdey ew le jîna
hawbeşîn le şayî û şîna
şîn bo min û şayî bo ew
min ebê leř bim, ew qełew
***
eger daway nan û aw kem
arezûy berg û pêław kem
biłêm biray hawdînekem
hawřêkey le mêjînekem
be naşkurî nałêm birayn
naçaryan kirdim têk xirayn
le řêgey xwa û qur’aneket
xêrî dîn û îmaneket
sed yekê le dahatekem
çořêk şîrî wiłsatekem
hezar yekê le newtî xom
pêm kerem ke bê nan û dom
ba bes kwêr bim bê řûnakî
ba pêt biłêm kakî çakî
ełê hey le dîn wergeřaw
kurd û berg û nan û pêław!
we dyare bûyte «şi’ûbî»
ebê le řêge derçûbî
***
her leşêxî ezherewe
kê mêzerî be serewe
miř dekirên le goşt û piław
piř dekirên le pare û diraw
weha tîj debin serdeken
fitway kafrîm derdeken
paş fitwa, lem kurdistane
fiřoke û bombabarane
top û debabe û şêst tîre
xwên řiştinî law û pîre
kuştinî jin û mindałe
bijîwman her xwênî ałe
mizgewtekem deřûxênin
qur’anekem desûtênin
serlenwê tałanim deken
herzin û coyekeş deben
***
naçarim eken bême deng
pelamar berim bo tifeng
ke eşçim tołe bistênim
wek piłingî çeng bexwênim
dujmin xo nagrê le berim
xwênyan řademałê, term
ebête qîřqîřî yaba
yaba ke zanî dernaba
emcareş wek çend hezar car
qewane şiř dexate kar
dîsan mela û ayet dênin
leser îzge bom dexwênin
’ereb û kurd biray dînin
herdûk du’ay yek amînin
key řewaye îslam kuştin
ḧeram kirawe xwên řiştin
minîş bestezman û feqîr
dîsan le tepke ekem gîr
be dû diro dem xafłênin
heta derfet wedes dênin
dîsan ew zuřna û ew pîke
dîsan heman fak û fîke
***
axir nałêm carêk û dwan
takey bibme meřî bê şwan
takey bedro desxeřo bim
hetakey her řenceřo bim
bo çi min bikujrêm řewaye!
takey sema bew hewaye!
bo çi nebme xêwî nanî xom!
bo nexwênim be zimanî xom!
bo newtî xom des xom nexem!
bo xom řizgar nekem le xem!
bo çi małî xom dyarî nebê!
bo beşim yekcarî nebê!
min çim heye ba le lam bê
’ereb biřwa û her îslam bê
le xakim derçê û le řêda
qewane şiřey xoy lêda
ew řojey çarey nabînim
xawenî jyan û dînim
takengê birsî û lejêr bim!
ba tawêk îslamî têr bim
eger kurdîş bibin be pyaw
wek gelanî xuda pêdaw
hîç zyanî bo pez nabê
qet lelay xwa naḧez nabê