caş çûne mîsir
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
1 Xulek
933 Dîtin
hêndêk le caşke zilekan legeł tahîr yeḧyay serek wezîranî ’êraq çûne qahîre, basî ewem nûsîwe, le xebatî mangî xermananî 1965 da çap kirawe:
’ebdulnasir degeł yaran
le qahîre le metaran
lew laş ḧeresî şeřefe
bo bexêr hênan sef sefe
tahîr yeḧyayan mîwane
pyawê beşewket û şane
le ’êraqa serwezîre
kewiçk bedestî muşîre
le teyare dête derê
degeł çend mêzer beserê
le cyatî siław zeřîne
cûte û luşk û derpeřîne
bo mîwandar sersuřmane
wezîr fermû çîn emane
mîrim biramin zor başin
kurdin, dûr le řûtan caşin
sê çwarêkyan pîrekerin
ferqê naka, caş leberin
hêndêkyan ḧecîşyan dîwe
bełam xoyan negořîwe
namûs û ayîn û weten
be merḧeba û dînar eden
kurdin û xoyan nanasin
ta bifermûy caşî xasin
le jêr bara zor çewsawin
mandûbûn, lezg westawin
hênawmin lêreyan çakeyn
bełku caşî tir peyda keyn
simyan biguşin beřûy xoş
ba herwa biřon mełên hoş