marmêlke nîm
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
2 Xulek
1286 Dîtin
’îsa şawî efserêkî ’ereb, bemuşîr ’ebdulselam ’arfî gut çyay sefînit pêşkêş dekem be dyarî. le cwabî ewda nûsîwme. le xebatî mangî xermananî 1965 da biław botewe:
çyay kurd bo dyarî nabê şawî
demit deşkênê ger berdim bicawî
ne xurmaye û ne wiştirxane kêwim
wiłatim kurdistane û kurde nêwim
eger namnasî biřwane le mêjû
bizane û fêr be kurd çone û çilon bû!
berî toş řojê panîpałî aşor
çyay kurdanî bo řêwî ekird mor
le pêş to geznefon řûy kirde xakim
wekû dałaş desûřa bo kelakim
gelêk teymûr û çengîz û holako
le deştim tê peřîn wek wiştirî to
gelêk pê xwas û bê derpê û řeşuřût
be nanim serdemêkî çawî pişkût
bełam min kurdim û kurdîş emênim
le zordar yek besed tołem desênim
le kon û nwê û direng û zût bipirse
dezanî xencerî min zor betirse
ke min nemgirtiba pêşî sełîbî
le nenkit pirse debwa êste çî bî!
le gořistanî bêganan binořî
ke lamin bîrî pûçî xot egořî
le bîrit derçû berdî qaremanim
le xwêna sûre deştî bazyanim
le berzana dezanî çit beser hat!
le hewrazim detopê herçî ker hat
bibîne hełmetî pêşmergekanim
ḧesar û şûre połay nîştimanim
serapa mergî sûrî lê debarê
debom řaweste to çit dîwe carê
ebê têr kem le goştit gurg û řêwî
be bermîl xwênî serbazit bipêwî
le tirsan qûłe mişkit pê dekem teng
be pîwî to le tîxim ladebem jeng
zigêkî małî kurdî têwe çûbê
debê bo nûkî nêzem řûbeřû bê
serê wek to ke fêrî gwê leqan bê
lemeydana debê goy ber şeqan bê
ebê ew zare kêwî min debexşê
bexwênî ał û danî kel binexşê
ebê ew mêşke pîset tê geyênim
ke xurma nîm, piłingî leş bexwênim
emin marmêlke nîm, ḧezyay kej û kom
xeyałit xawe min key xwardinî tom!
«sefînCih» qût naçê bo pêxwasî aẍat
le beẍda nebuwe qazî ker be awat