berew mukuryan

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 40 Xulek  2868 Dîtin
le serdemî hêrşe namerdanekey be’sîyan, êranî û turkîş zor be dił yarîdey ’êraqyan ekird bo nehêştinî şořşekeman û qełaço tê xistinman. minîş wek lêm řûne û hemîşeş baweřim wa buwe gelî kurd be kes lenaw naçê û kurdistanîş heta ser le wirgî kesda namênêtewe. bem şî’rane basî hêndêk řabirdûy xom û baweřî û daxwazî diłim bo dwa řoj kirduwe:
şewe tarîke kiş û mate zewî
kewte xew kêwî, kewî, darudewî
tûtek û goyn û kund wişyarin
řoj wiçanyane be şew piřkarin
lew hemû canewerey werdekewê
nazenînîş heye lay layêy dewê
şinebay wirde guław epjênê
pêy sipêrawe geła řajênê
xuřxuřî aw le befrî serkel
xoş heway têkełe zengî ser kel
seg bedem pirxewe dem dem demřê
lexewa dîwye gurg berx edřê
boq leser nwênî quřîn qîřey dê
sîsre jê tarî şiře û sîřey dê
car û bareş kełeşêr exwênê
bang le estêre eka bîdwênê
agirî şwan egřê lew dûre
bûkî xêwî şewe, taray sûre
geşin estêre çi berzin, çi newîn
giştî pêt waye ewîndarî zewîn
zor beparêzewe hest řadegirin
be humêdêkewe çaw dadegirin
***
mang ewa taze le aso derdê
komełê hewre sipîlkey berdê
wek minałî kizî bab aware
çaweřê bûn wegeřê dûbare
wa řewî mij leber ew pêware
geş û řûn bûnewe bew dîdare
belez û hełpe hemû zor bedewn
hêndê pêşřewn û biřê dwa ekewn
giş berew pîrî eçin zûy bigenê
mang le xoşîyan degrî û pêş dekenê
dîmenî řûn û ciger sûtawe
agirî dûrî be tîn û tawe
yek yekî girtine hamêz řûxoş
hewrîye hewr û le řûya řûpoş
paş gelê maç û le baweş kirdin
tîşkî zîwînî leser beş kirdin
çak û xoşîy legeł estêran kird
kewte xo û bûkî zemînî cwan kird
awî kanyawê ke wêne nwêne
diłî xoy dawetê dił bizwêne
***
şewekî û bulbule eçrîkênê
ta belawik diłî guł bistênê
de etoş heste xeyałî xawim
min eger tom nebê zor damawim!
lem hejarxaneye bimhêne derê
bimbe deşt û derê bimgêře serê
dest û birdê şinebam bo zîn ke
cêm degeł xot le heyv dabîn ke
seyrî xakî mukurîm dê be diła
ta neçûyn xom û dił û toş be giła
serê hełbênmewe lew mełbende
gerçî leş dûre lewê dił bende
lacan
deştî lacane beheştî pêşûm
hunerim ger hebê, lew řa têşûm
êre bû lankî yekem diłdarîm
lêre heł bû seretay xembarîm
çawî karmamzê xistimye kemend
nazî pê dam û dił û hoşmî send
hênde firmêske lewê řiştûme
hêndê lew řaze lewê naştûme
bête der, gole le xwênaw, piř xwê
bêteber diřk û gułî lê deřwê!
çawî min bû be dirêjîy şewgar
milebaranî degeł hewrî behar
řademan dîdekem û estêre
kamî zortir bexewî kem fêre
min û perwane deman kirde girew
kê le sûtan be giře? min ya ew
giř û yar kêye le kê cwan çaktir
şoqî yar derdekewt řûnaktir
jînî şadîm le jwangey nêjra
be bijangim giłekey dabêjra
bo bizey lêw temenî lawim kuşt
bo řwanîn, zûxawî çawim řişt
nirxî maçêkî dił û dînim da
eme çerxî be hemû jînim da
ger çî nazdar û hejar řêk nedehat
mexmer û kone dewar lêk nedehat
ewî min pêm geyî dîsan zore
bexşişî destî ewîn sed core
tûşî derdî diłî diłdaran bûm
şyawî naw komełî xembaran bûm
çawî hersûrim û řengî zerdim
diłî wa germ û henasey serdim
bîrî serşêt û serî şêwawim
çim nebû, pakî ewîn pêy dawim
genc û samanî hejarîm ke heye
sûdî sewday serî ew serdemeye
şewekey kurte deba waz bênîn
diłî har çî dî neharûjênîn
masû
masû, ew kêwe hewargey dił bû
cwanê lew nêwe gułî serçił bû
lêk dehałayn desemil şewgaran
ew benaz, min be nizay diłdaran
qazyawê
çomî qazyawê le xêłî xałan
şiłejandûmî degeł mindałan
xanuwe řemłîne lelam xoş bû bełam
lêm deřûxayewe, êsteş herwam
pirdî sûr
pirdî sûr, axo le bîrit mawim
be nemamî le derawit řwawim!
serdemêk řêřewî diłdaran bûy
ser le êware mekoy yaran bûy
heyniwan cejne bû dewruberî to
bezim û xoşî bû le sayey serî to
bend û bestê heye bitbizwênê
bişkê ew deste diłit deşkênê
ewberî gird
giře berdê heye lewber girde
řû be kurdayetî bo min pirde
dûr le çawî çete, kurdîm dêna
lêre dem xwêndewe xom řahêna
baẍî mikayl
pêm biłê baẍî mikayl, çonî?
her wekû pêşû be řeng û bonî?
dîmenî sewzegya û daranit
çone? çon mawî degeł yaranit?
êstekeş bo gep û bezim û aheng
dêne lat kîj û kuřî şox û şeng?
lawî diłbend û bedił diłteř û saz
kîjî piştên şil û çawbaz û benaz
dił û lêw çespî yek û des lemiln?
dêne baweşt û be serta etiln?
dyare lêt řeşbełekî leş sipyan
dête gwêt maç û çipey oxey û gyan?
bot dełê «mamlêKes» řojan û şewan
herweha zore le gomit melewan?
yan qułey şînî tułey taranî
day gemarot û newek caranî
baẍî ewber be ber û fênkî diłn
yan le bêgane dij û dił be kułn?
darî xezayî
dare tûy bejnî xezayî mawî?
her geş û dił teřî, yan jakawî?
be ber û sêberî? kê dête swêt?
kurdî xomałîye mîwanî nwêt?
çawekey toy denwand hermawe
her wekû çawî hetîw piř awe?
giřaw
mełê swêrawe giřaw cê nizme
bore xizmêkî duçawî kizme
berd le xoy kowe deka pêm waye
şořşê germî le bin serdaye
taqedar
taqe dar her bijî darî çakî
be řeg û dił pitewî bê bakî
zor be mîwan û le kes napirsî
weku bêkes le teres natirsî
carubar bêje be meḧmud kanêCih
goře serbaz heye simkoKes kwanê?
şarî mihabad
diłe wa şarî mehabade were
kabete, řûgete, kiřnûşê bere
tozê lew xake be ser xota ke
tozî pîroze le dinya take
tozî çawî diłî nabînaye
lêre kil bo kilekey sînaye
le çi cê nawî mihabad bênî
bo hemû çawê berz denwênî
şarî azayan
her hebî, şarî neberdî û merdî
cwantirîn parçe beheştî herdî
řewze û lanî piłing û şêran
cêy be xwên řiştinî xwênimj fêran
baweşî germî bidaẍ sułtanî
lêrewe têpeřî ẍewsî sanî
gyanî xoy dawe be to şêx baba
bawî şadî bû eger ew maba
le penat wirgî melîk zade diřa
agirî mergî ’ecem lêre giřa
gulle sê tîrî tifengî simko
kelle serbazî le to kirdin ko
komełî jînewe, řołey to bû
bûnî bo sandinî tołey to bû
her le zûřa be heway lay layî
pêt nîşan dawe řiçey azayî
řeg û xwên, hêzî dił û ejno bûy
xewpeřên û dineder her to bûy
kîj û lawanî be xêwit kirdin
kê dezanê çîye tirsî mirdin!
ew kiçey xişłî serî pelkî gułn
girjî řûy dujmin û agir le diłn
řojî xoşî ke bizey dem çemenin
řojî meydan be merg pê dekenin
kuřekan her weku dîmen terzin
lay netirsan yekemîn ser berzin
heray ji.k
řapeřê komełî «jî, kaf» kirdî
çepełî dîlîy le dawên şirdî
baẍeket piř le nemamî ber hat
katî xwên řiştin û danî ser hat
ta le serta bilerê ałaket
pałewan bûne fîday bałaket
wire bernaden
dujmin gerçî bezorî û gizebû
doste bêganekeş ew dem qizebû
nahumêdî kuřî kurd nanasê
baş dezanê ke le xwênimj řasê
xwên řija, řołe kuja, kelle pija
xwên řijan xoşe ke abřû neřja
nawî berizit leserûy berzan bû
bo gurg laşe ’ecem herzan bû
xobexşîn
gerçî kewtîtewe ber çinguřî deł
gerçî hêndêk le çemit bûne çeqeł
zor kuřî wat hebû xoyan bexşî
xwênî geşyan giłî toy pê nexşî
gořî pîrozî ḧusênKes û qazîKes
baştirîn bełgeye bo şanazî
diłdanewe
neçî diłmend bî lewey hate serit
zor kesî wat heye bimirin leberit
dujminit pêy we nebê boy delwê
kuře kurd xencerekey bo deswê
aw nîye xwênî şehîdan newte
heł debê û hel le jyan hełkewte
laşî lawanî webin gił kewtin
wan lelay ême lenaw dił xewtin
her bîna şořşeket hatewe geř
sernewî bû ’ecemî paşił teř
xencerim çermî leber damałî
xwênî xoy laş û serî řamałî
wa begîr dêtewe řêy nabê hełê
memkuje û herçî dekey bîke, dełî
wa temê dekirê le fêrgey şořş
tawî daw biçtewe gořî korş
kurdewarî le demî bêgane
şîre tiryak nîye wek sindane
ewî lay waye ke toy pê dexurê
ebê taławî be demda bikirê
xuşîy dwařoj
ba bexwên laçê pełey des pîsan
deşekê lew sere ała dîsan
lawe kurdit heye ała heł ka
laweyî naşê desî têkeł ka
deřewê toz û temî jêr destî
deygirîn řeşbełekî berbestî
pîs û çawşoř serî pê şoř dekirê
gořî dagîrkerî pê goř dekirê
lawî aza û kuř û merd û řendit
zor kiçî gułbedem û lêw qendit
şan be şan des le desa gowende
řêkî yek dênewe şende û mende
pê ke eyden bezewî bûlerze
zerde lîmo delerin lew berze
goře seg ew deme wa da’etepin
ta zewî zewîye, îtir lêt neḧepin
xom çonim!
min be bê tom ke depirsî çonim!
le teşendaye birînî konim
dûr le bałat le jyanim zîzim
sîs û babirde gełay payîzim
çawekanim ke le çawget dûrin
wek serî kułmî kiçanit sûrin
řengî xał û kezîyan cergî řeşim
wek kemeryan şil û barîke leşim
řeng û řûm zerde newek gerdinî zerd
zerdî bêgerdîye em, ew hî derd
leş bebar, tozî gyanmî pêwe
le like û wek like barî lêwe
neşewe şewm û neřojim řoje
dax le dił bûme girêy berkoje
hênde nêzîk û helêk nat bînim
le wizem derçû negêřim şînim
diłe, pîşey kułe, nałîne beşim
serî hełgirtuwe firmêskî geşim
katî wa nebuwe le diłma laçî
ta jyan mawe le bîrim naçî
swênd be xot bişçime jêr giłkowe
gyan pepûlêke be dewrî towe
nimekit bim girê ger lêt ladem
lew cîhanîş be beheştit nadem
bo suleymanî ke nalî nałî
wek me neyçêştuwe tamî tałî
ne suleymanî weku to cwane
ne diłî nalî çiza bew jane
«xak û xoł» bibwe giřwî giryanî
min çi xakêk beserim, duřdanî!
to çon mawî!
çonî to? çone der û kołanit?
dîmenî berz û xiř û xołanit?
hemûla kone girawî xomin
memî bêçarem û zînin bo min
sirwekey qorẍê şiney bê gerde?
wek henasey mine bo to! serde?
geřekî şwan, diłî her wa germe
çaw řeqî her heye yan çaw nerme
awî germawî şuca’ her şore?
şewî cêjnan heye ser lengore?
dyarî şayane ke bidrê pêşkêş?
tûr û kahû, kelemî şaderwêş
řizgeyî yadê le aware deka?
mewlewî derdî diłan çare deka?
nwêjgeyêkîş heye lew dewrubere
baẍ û bêstane melay selke kere
małekem yadî cwanî xêr bê
her kesî emnî le to kird kwêr bê
sêberî baw le serim bû ew dem
baẍî şadî le berim bû, ew dem
dûrxiram wa le kes û xuşk û biram
gêjî tarîke şewm, dûre çiram
xałe sûret çi deka? her çake?
yaxo dakewtuwe, řêkî xake
xaneqay nehrî be xwên řengawe
řêy şehîdan buwe bełgey mawe
gwêm le şêx qadre bang awazî
bo gelî kurde besed şanazî
ber besêdare diłit řaneçenê
bo weten bimre jyanit edenê
çone mizgewtî hebasaẍaman?
tat û ber sêber û tûy, her wa man?
weku ewsaye feqê dexwênin?
weku min deqne le małan dênin?
ke dełên jînî minałî geme bû
ew deme cê gep û gałtem eme bû
gałtey ew serdeme
xwas û serqût û le xoła gewzîw
pîtî çûy pel bû bedestî qełşîw
îwhîye, tewẍîye, şegge û çik û pik
lîkî zarî detkandim tik tik
wek helûk lêr û lewê hełdebezîm
swap û şêşoqe bo çarey weřezîm
mezreqim yar û hewał meřmeł bû
qoçeqanîm çekî raw û şeř bû
xazelî û ḧenzeł û awřoçke be gişt
topeřakirin û kerî sûrî bepişt
yan mela teq teqe yan hengiłe şele
cêjne bo ew hele řoyî bepele
ceẍiz û suřdanî be dewrî xoma
lem hemû çerxe xulêkim bo ma
taze wa bûmete goçan bedesê
lêm wedî dêtewe ḧulley meresê
řojî mandû be xeyałî şew bûm
şew leber bezim û gemem bê xew bûm
řêze çuqłê ke leser hewrazin
yarî birjangî minin hawřazin
dîsan geřek û cwanekanî
«serxiřê « zortirî hemuwan beşî tom
korpeyêkî xiřekey baweşî tom
yekemîn cêyekî, lêm dana pêm
kuřî xotim, bitewêm ya netewêm
geřekî «qubłe» nebûrîn pêyda
bê ser û şwêne «wefayîKes» têyda
şîrnêk lêre benaz teşyekî řist
şîrnî kokenekey le birew xist
«geřek ermenye» beheştî gorîn
řû le her laye dekey her ḧorîn
serdemêk çawřeş û çawşînêk bûn
bo siřî cergî tezîw tînêk bûn
«serpilusk» dił û çawim lewîye
berege û řêřewî askî kewîye
sofî ger bezmî beheştit gereke
twêjê bawêje, were em geřeke
«piş qeła» dên û deçin êwaran
des lemil tunge leşan nazdaran
taxî «ḧacî ḧesenî» lew peřîye
ḧecî ser wişkî nîye, dił teřîye
dił bexem wergeřê zûy dênnewe cê
germe maç xêre le cê deçne ḧecê
naw bazařeke
bo hejar dîtnî bazař derde
des ke wałaye desî lê berde
to biłêy, taze bixon têr û tesel
çay ’imadîş û kebabî ḧeme şel!
xełkî bazaře ke herwa merdin!
gułî ber dost û le dujmin berdin!
çaxî dijwarî le meydan deçeqin
tay terazûy yek û têkřa deteqin!
her be bêgane deken gałey xoş
derdî sertîpe tematey bêhoş!
bestên
diłe seyrêke le dem bestênê
dîde mestêk le minit nestênê
çaw kejałanî le çem aw dênin
dem be cadûn û diłan deřfênin
pirçe piř çîne, kiras her çîne
her nizay gyane le řêy amîne
çwar çira
çwarçira řenge bibîsê dengim
wam leser têze hewaxway cengim
beşxura û mergî dewê aştîxwaz
girêdar naşkê bebê bîwir û pwaz
tozê řaweste, îtir gwê hełxe
řaxe kewłî ’ecem û xwê hełxe
deçeqênînewe darî tołe
şaxî şaxdar depeřê bo kołe
kûçey cûlekan
řû le kołanî cwan keyn name
le hemûy bîrewerîy xeyyame
ewî têy neçuwe diłî piř le xeme
teng û tarîkî hebê: pirç û deme
ew kiçe cwane ke mey defroşin
nazî çawane be mey defroşin
ca çibkeyn?
le hewar «mamlêKes» miryem bênê
hênd be aramî ke şîr neřjênê
cwane çaroke be dabî biłbas
le peřî mêşê tenkitir bê kiras
řengî xoş bête penay dengî xoş
şêt û şûrin demî xoş bîr û hoş
besteyêkî min û awazî ew
řazî diłxiwazî min û sazî ew
wergirîn bade ledest meygêřê
xoş û mestane biłêyn çend dêřê
besteke
ey mihabad gułî sertopî zewî
zyad le her cwanê weber dił dekewî
her kesê carê etoy nasîbê
xoş û cwantir debê çî dîbê!
kêye jya bê le beheştî xwada
diłî heł degrê ke lay lê lada!
edî bo bê dengin!
honer û nûserekanit le çîyan
çone ta ser be heway to nejîyan?
«xałemînKes» zîrek û pispořî çîye
çawî sûr û teřî wişk û sipîye!
top bû, ew topî ke deygirt be zuxał
genim û co çandinî hełna be temał!
«sewze sîs» nêwî denê karî becê:
nîwe nûzey mem û syamend û xecê!
eme derman nîye bîfruşê be gel
derdî zorî dewê şel derçê lezel
«hêmin» ew bulbule ser bêtûke
çone lêy naye çi cûke û nûke!
kwanê ew sînge ke «majîno» bû!
ser le meydanî neberda go bû
wekû bîstûme le mîrûle bezî
diłî wa germ û guřî seyre tezî!
kwa tifengî des û řawî kame!
goşegîrî çîye aẍay dame
bo dije û ejno debaweş dekirê
yan beser berzî bijî yan bimrê!
nîştiman her kesî bo bimrê nemird
leşî ser doşeke hîç behrî nebird
deba bîşêlim
lêm geřê dił bezuxaw û xwênim
ba le dûr dûre biram bidwênim:
kake mercî min û to kwa wa bûn?
key tyana bû le yekdî cyabûn?
herçî derd û kułe ber min bikewê
toş wekû xoşî be cêmênî lewê!
bîr û pênûs û des û dił yek bû
dwaneyek bûn û be dem yek çek bû
to ewîndarî telan û berd bûy
dijî say gerdin û zêřî zerd bûy
swênd û peyman bû negořêy, gořay
wazî wazî leserî day dořay
bulbulî kurd wekû qel denwênê
bêzî bê bo kuřî şa bixiwênê
bałî bişkê û peř û poy hełbiwerê
mel bika zemzeme bo caşe kerê
ewe çit kirdiwe bê min, hêmin?
têr û tanet fire lêmin, pêmin
net kira bidřî le xot ew perdey
des le goştaw û piławê berdey!
lêm bibûre ke ewende berlomî
şîne bo xomî dekem, toş xomî
êstekeş neçwe biçê çû řoyî
werewe naw gel û xizim û xoyî
bo gelit bêje heta řojî merg
bê minet bê timen û nan û berg
řikeřake û bibe hawdengî xom
bê kiřêj bew bibe hawřengî xom
ba desewmil melî bêçaran bîn
her «hejar hêmin»ekey caran bîn
nîştiman wek mele, nûser bałe
her melê bałî şika cêy çałe
diłe wişyar bewe mestî beste
řêwuşwên ber mede xo dabeste
paş ew mestîye geştê bikeyn
berejêr bibyewe nwêjgey sûre
zor melay lên ke neçûm bimbûre
lew melayane yekê zil caşe
xertele û çawî le pênc şeş laşe
taxî «daroẍe» ye cêy bîrewerî
bîr ewêstaş degeřê dewruberî
tirsî daroẍe nemabû ew dem
dił be awatê jyabû ew dem!
«kupîn awa»diłî her awa bê
zor diława bû sipardey xwa bê
tîrî çawbazê le cergim řaçû
kuştimî û xwênekeşim her wa çû
leser daşa mecîd
wam le ser «daşe mecîdCih» wêstawim
gyane geş botewe, řûnin çawim
diłe bê dîdenîy em dîmene ke
«lale bas» yare le gomî «teneke»
«mêşe kurtanî» bibîne û «yerẍu»
bêre da barî menîc têpeř bû
diłguşaye û geşe «baẍî sîse»
tirsî ew nawe le çawî pîse
awê eskenderî le şwên wêł bû
le kin em awe xinaw û lêł bû
«kanîy mam qenber»e lêy biřwane
dîmenî cwanî demî cêjnane
piřkejał, ew keje zerde û sûre
çit dewê ber deme, her xem dûre
pîre ser sewzeke «esḧabe sipî»
bûye pêşêlî ’ecem boye kipî!
tûkî to wergeřê texî taran
ta behar bibyewe cêy diłdaran
«gumbezan»cêge nyaz û řaze
çît nyaze were lêy bixiwaze
kurd û azadî be yektir şad bin
dujminan bibne gił û berbad bin
«baẍî şêxî» gułî naw baẍane
seyrî hetwanî ciger daẍane
ser le êware serêk hełbêne
jîn weser bigrewe xem bipsêne
mał’awayî
çon weha şarê leser dinyabê
be xeyała dê ke mang awa bê
sa mihabad be humêdî dîdar
takû detbînmewe aza û řizgar
ba leşar derkewîn
dawetim dênyewe bîr «zawa û bûkCih»
wek serî hêmnî bor û bê tûk
lêre «laçîn» were «şîlanawê»
kone lanmane bimênîn tawê
şayî hêmin bû hejar hełdebezî
doyekî hate des û cergî tezî
sarewanane
sarewananî temen xoş ajon
bê wiçan deydene ber taze û kon
«sarewananeCih» diłit bo ladê
hîç le diłta heye yadî yadê!
be nemamî geş û şeng û şil bû
be nekamî ber û mirdin kil bû!
=besrî
lew beret «besrîCih» desî diz bibře
lew seret areqî mandû bisře
serî sułtan
«seyd weqasCih» her begeřî řeş bełekî
weku caran bekłuk û kełekî!
xoşî bo toye dirawsê cwanî
dostî ton «qemtereyî» û «dermanî»
layekit «çomî mecîdxanî» berîn
mał û qopî hemû piř poř û perîn
řaspêre le qeła bo «kakim»
hîç qisey mawe! dełê bê bakim!
geywete kwê! şeřî aẍa û gundî!
seyre dinya ke çilon bû, çin dî!
kone «sułtanKes» û «suleymanKes» řêwîn
şêt û xûdarî xitey bê xêwîn
kose bo řîş degeřa û bo caşî
daşî hat kilk û simêłî taşî
îsakend
başe şewbaşê le «îsakendCih» keyn
yadî yarêkî dem û lêw qend keyn
şał şilê çaw beklê lêw ałê
çwêlekêk bûm be desî mindałê
seyd kakecan
«kake can» pîrî «sehołan» herhey
nyaz řeway law û kiçołan herhey!
berew pîr
gyan le řê çûnî belez demda han
kewte ber kêşerî «pîrî burhanşemsedîn şêx yûsfî burhanî»
mange zerd bûyewe? řojit dîwe?
dyare to ber leminit nasîwe
diłe damirkê xeyał lêm lade
gyane bo dîtnî pîr amade
«kanî dulmaneCih» leser řêgaman
xot bişo bê çepełî bê aman
cê gelê pake etoş xawên be
bo hemû sûçê desew dawên be
le «lûsawkaneCih»we xoş řabbire
des bedem newsî çinoka bigre
le hemûlawe guł û gułzare
şînîye cwanîye awe û dare
diłî şêt çepke gułêkîş biçnê
başe hoşî hebê hêşû neřnê
gumbez
gumbezî sipye weku řûy çakan
pake wek gyan û diłî diłpakan
sedefe û gewherî yektay têda
baregahêke şehenşay têda
małî serxêłî xudanasane
bêreda çûne beheşt hasane
lêre keşkołî hejarî tijîye
herçî êrey heye çawî le çîye!
řojê tînî be geşe û tîrêje
řojê dînî geş û tîşk řêje
tîşkî ew karî be xoł û xake
şoqî em gyan leberî řûnake
gyane ta hel heye lew cê gewre
bide ḧew carî weku ḧec dewre
lêy bipařêwe niza le xwa ka
ba girêy karî hejaran řaka
kurdî bêçare heta key dîl bin!
toq û kot hawdemî pê wu pîl bin!
xwa nenasan û çirûk û pestan
bes bigewzin le çyay kurdistan
bezeyî hewrî le kejman hałê
zibił û załî desî zor řamałê
seyd řeşîd
were ser gořî şehîdî diłteř
hemû dinya leberê ew lew peř
«çaweşîKes» pîr be heway zanistî
le milî şêrî dexsitin řistî
nûranî û mewlana
gořî nûranîye, mewlanaye
kesî wa gewre le mewla naye
leser gořî dayk û babim
gyan wiçanê leser em dû goře
diłe xwên heł bide çaw daçoře
day û bab lêre be xak espêran
be pekû bûme pepûy cê wêran
dayk edwênim
daye şewgarî dirêj giryabûy
bo kuřit dił benza û birya bûy
detewîst take nemamî sałit
berî şîrin bê le řojî tałit
guł û lik bilkê be dewr û berya
areqit bisřî lebin sêberya
birte jêr xakewe awatî diłit
her beharit bû werîn pelkî gułit
ئاە û zûxawî diłey piř soket
diřû deřwênê le ban giłkoket
řû ekeme babim
bawe nyazit bû wekû to wa bim
le cîhan dûre perêz, bo xwa bim
pêt witûm çendî le tom pirsîwe
nîştiman dost be xudat nasîwe
herçî firmêskî hejaran bisřê
bo dwařojî beheştê ekřê
nîştimanim ke řwanîm dîle
baẍî waxoş bereła û bê çîle
turkî tořtûřî eda bo ber pê
lêy degewzin ’erebî bê derpê
mişke kwêren ’ecem û řîşe biřn
xêwî baẍ birsîye ew têr û miřn
nîştimanim ke ewîst, kewte diłim
bêm û perjînî bikem baẍî gułim
warşî gałe dirê û derbest bê
bes le dagîrkerî pest pê pest bê
***
çi hejarim nedî wek kurdî hejar
çaw be esrîn û siřî des zordar
xêwî xerman xiřî bê nan denwê
gele xwê pîwî nebê das biswê!
xoy, jinî, kîj û kuřî kûřî meło
weku cûçk diłe lerzê le heło
genim û co, řon û xurî û tûtin û newt
goşt û mîwe û berî lêřî şeş û ḧewt
herçî dahate le ladê û şaran
bigre hate enqere, beẍda, taran
gurcê eyqoznewe destî be xwên
nanî pak bew demî piř cwên ecwên
hestî min wîstî ke destyan bibiřim
le hemû çawî teř esrîn bisiřim
ew demey dabdiřim kurd exwa
lay hejaran bim û nîzîk be xwa
çim beser hat!
ser bexo kewtime şwên awatim
dûr le to tûşî nehatî hatim
abřû tayek û ḧîzî tayek
serpişk tek bideme her layek
xwêřyetî xû bidemê nan zore
defrî namûs û şeref pêxore
destî panim le binî baẍeł girt
abřûm wîst û serî xom hełgirt
ewe çend sałe kewa derbederim
le gutin naye çi hate serim
řû le sûçim, wekû toz bê bayex
’asman lêfeye herdem řayex
her bełay bûrî girêy da hêłe
şûm xetî xoşe le kêłgey twêłe
cwanî wek jînî kuřênîm derçû
sipyetî řûm xizî bo mûy ser çû
zerde bo lêw ke dehat lařêye
peřye ser řûmet û tapoy pêye
xem řewênim xeme kes her kesere
derdî dił çarî diłî derbedere
xoşî wek êwe meger bête xewm
ger hebê cêgeyê lêy wer bikewm
çawî jîrim hebê xew binwênê
nwênî zibir û teřî ney torênê
wişk û zerd leş be diřk ber lêjim
sûk û berbad û besuř û gêjim
qangelaşêk û leber dem bawe
yan telaşêk û beser deryawe
ga be şêwawî le çołê ekewm
ga legêjawî şepołê enewm
bełam humêdim mawe
lew cyabûne ke cêgem cê ma
şadî da kewt û humêdim pê ma
řenceřo bûm û leřo nařencim
ta humêdim heye xawen gencim
dił be awatewe mawey bidrê
parçe parçey let û kut gew bikirê
baẍî zêd bêtewe destî xêwî
destî kurd biçnê henar û sêwî
piř nemam bêt û nemam piř guł û çił
çaw pepûlêk bê le perjînî be guł
gyan be her layekî baẍa bifřê
geşke bê û çawî be giryan bisřê
ew hele helye le ’asmanî kurd
serbexo serkewê lay wabê nemird
leş lelay êwewe bispêrê be xak
xoşe lay dayk û kes û bab û kak
xwaş kesî bêkese bo řojî jimar
zor dił awaye debûrê le hejar
dîmenî gořistaneke
gyane biřwane çi gořistane!
cê wiçan û xewî çaw mestane
sûr ewa pêtî dełê şillêre
kułme ałêke le axa lêre
ew wenewşey ke le say daranin
şînî serşînî giroy yaranin
xak û xołî hemû gence û saman
çawî badamî le jêr ba daman
cogey qułqułe
lakewe dił piřî zuxaw û kułe
were ser qułqułe fênkayî diłe
miste awêkî beřûy diłda ke
řû beřûy tekye ebîn ew sake
xaneqa
xaneqa daru derit çîmen û çîm
le hemûy heł dequłê bîrewerîm
tat û awî, ber û nawî ḧewşan
her le mîḧrabewe ta cê kewşan
mîç û ban, řêřew û mafûre û beř
tuweket, řêzî çinar û ’eř’eř
wişk û teř ḧewz û der û dîwarit
tazew kon û xuya û pêwarit
jûrekanit çi leberd û çi giln
ḧucrekan. giştî le min nuşte diłn
daxo êstaş weku pêşû mawî!
diłnya û diłgirî pîrî û lawî!
pît û behreyan heye lawî diłsoz!
sozî diłyan heye pîrî pîroz!
kê le cêy «ce’ferKese» bo awirdû!
kê hełî degrê sewey piř nirdû!
kêye wek «ḧacîKes»nehêłî çepełî
kê befir dênê le cêgay «şixełîKes»
«şapesnidêKes» hebû mîkaylî gel
řîşe çwar goşeyekîş zor tewezel
mamosta menguřekem ḧałî çîye?
«şêxî şamîKes» wekû řîş sipîye?
kê weku «seydKes»y des û diłwaze
tûtnî konî hebê û çay taze?
«memeyar» «kakî melazadeKes»t çon?
kêwe çû taze musułmanî kon?
kellezil pîrî «ferîk»çî lê hat?
şêrî begzade geřokî dêhat
kê le cêy ême feqê û nanxorin
temeł û bore kemin yan zorin?
hawdemî ew deme sê şêxzaden
daxwa bo řawekewan amaden?
xêwekew her heye qîře û swêndî
bonî ba hat û kewî şew xwêndî
qazyek û mînew û derwêşêk bûn
hawdizî şew le mirîşk û qelemûn
kêye pîr? kêye minał? kê gence?
kêye pêm xoş buwe? kê dił řence?
kê buwe? kê çuwe? kê wek xoye?
dê û deçê jîn weku awî coye!
şêx miḧemed
serwerêkit heye pêy diłşadî
ta ewt mawe le xem azadî
xoşewîst «şêmḧemed»y řîş sûre
le xuda yar û le dinya dûre
çoře awêke le deryay bê pey
diłî deryayeke pey pê nabey
wa le cêy pîr û bebîrîş pîre
lenezan şêre, bezana jîre
sed birî hênde biray nebwaye
pak û bê gurge bo em kogaye
tûk sipî zyane le pembo tozêk
abřûy hozê deba řeşbozêk
berew dołî acî kend
baẍî fatê mełê bûrî û xoy bward
gerdin azake gelêk mîwem xward
dame gwarte gwê leser dizyekî baẍ
baẍewan lêm degeřa des be peyaẍ
wa şerefkend piřî şoxe û cwane
kuře şêx tûře debin meřwane
cêy diłe baẍî mela û acî kend
her gułe û bulbule hersaze û bend
baẍî baxçan û nemamî sawa
çon diławayeke małî awa
herçî gêłas û bełałûkî xward
serî hewsarî bezarî espard
sêw û mêw berdiłe qeysî beřmên
ewî zor tir gizufit den hermên
gerbika çawî xumar řizgarît
way bizane lebeheşt řêbwarît
bê tirs bîxe serit teşî teła
nobetê zore meço taze qeła
çawge ser aşî xorasaneş bê
xoşe ew bende leser çaweş bê
«gerdişî çerxe medarî meleke
aşî şêx babeqetarî gereke»
dêteder awê lesayey daran
çare bo koxeřeşe û bo maran
ba wexwên min ’ecemim koxe řeşen
deşgene marî mijî mij beřesen
serdemêk bibwe beheşt aşî gułan
gyan le zanist egeřa û dem le çiłan
«serderabadCih» neçî xêwî lêye
be tenê barî hejarît pêye
lem «’ezîz kendCih»e benaw baxçêk bû
cwan û berçaw û lebar û řêk bû
serî sewdam hebû lam daye kinî
kałe hermêm kuşî, sincûm neřnî
tereẍe
tereẍeCih xoşî serit her berze
lêk cyabûneweman çend werze?
yarî řakirdû demî řabirdû
wa beser towe kiław ba birdû
her lelanin! demewê seyrî bikem
sengerî sarmî xwênřêjî ’ecem
dênnewe bîr kuřî kurd mergî ewê
ew serey nawê be ḧîzî binewê
karg û řêwase beharane berit
weku caran kuř û kiç dêne serit!
gencî awayyeke çonin! sazin!
diłteřn! des lemlî diłxiwazin!
cwanî ewsake ewêsta pîrin!
hîç lelat waye le min diłgîrin!
cwanî cê ma ke nemam lew nêwe
darî dûrî berî pîrî pêwe
to ke qît mawyewe barit bare
heřemey cwanî le tořa dyare
baxçeye seryetî çwar dîware
paş biłaẍe û qerełî û nobare
kanyeřeş lan û mekoy çawciwanan
bend û bawin le demî xoş xwanan
zanîn awat ke lebin bałaye
giş le law çakî desî bałaye
yadî diłdarîyek
daxekem bawî kuřênîş laçû
hîç heta ser nîye wa hat wa çû
çaw şehênêk diłî girtim ewsa
çen le ber nazî ewa gyan çewsa
taze lawê dił û řûmet sade
mestî serxoş degeřam bê bade
řê nedîw, çaw degeřa bo bała
dawî diłdarî le gerden hała
berze dîwar û beheşt lew dîwe
derke daxrawe, kilîlî zîwe
dane firmêske lelam swêrawê
dił heye û swałete letyan nawê
nembû samanê cya le cwanî
cwanîyekeş twayewe ta pêy zanî
mamewe, twamewe, birjam, êşam
bezeyî hat û desî řakêşam
çawî xom kirdewe wam lew cêye
sofî paş mirdinî hîway pêye
zerdî tawdarî hejarî bê beş
taw biřaw kewtime sayey baweş
twane, bûjawe be maçî lêwan
gyane, jîr bowe le seyrî sêwan
ew demaney ke le baweşya bûm
ademane le beheşta jya bûm
gułî ser kułme geşey tîşkî çaw
areqey xoşî ekird bonî guław
sêwî lasûr serî gonay nasî
dax le dił xoy be pelê hełwasî
demî şîrin bû le demya hengiwîn
bade dadî bû le lêwî řengîn
xunçe dem sûre leser lasaye
zor diłî teng buwe her boy naye
ta bihataye beranber lacang
leşî ser aw degeřa tîşkî mang
lamlî, ask û kewî xiste girew
toqî gîroyî řifand gerdinî kew
zêř delerzî le penay gerdinî zerd
tawu tînêkî nebû, zerd û serd
şane hengiwînî sipî ser sîne
bo temaşa beşî ser ta sîne
ger pepûley çemê bew cê fêr ba
bał le berçaw bû detirsa kwêr ba
xiřî naw mem piřî awingî gezo
şîrî xawî le dema bû lîmo
memkî bidyaye çi adem çi ewa
be lez eyqoztewe her kes le hewa
laru lencey ke de lay «laleş» exist
kê melek tawsî pêşûy deperist!
pirçî piř pêçî qed û bała bû
řeşemarî le nemam hałabû
her le ser nêwkewe ta ber ejno
lerz û muçřikî leşî tamezro
cîwe lay hêndê le jêr pişt bendî
abřûy çûbû le tundî û mendî
şilkeřan û qefî têrawî belek
momî kafûr le penaya beleçek
tam û řengê leleşî ewda bû
arezû waqî tya wiř mabû
le hemû lawe گûناە bangî ekird
herçî lew mîweye çêştûye nemird
tawse, mare, nemamî bejne
pêm ełên biçne beşî xot cejne
dengî «tom xoş ewê, to xoşt ewêm?»
gyanî kêşabuwe pena perdey gwêm
dił le dił nyazî nizîk bûnî ebîst
demî nay nazî egut, maçî ewîst
lêwî awî demî diłî detkand
çawî şermawî le çawim deçkand
wek enî û çaw û çen û dîm û dem
xałî řûy xoy denwan maçî kem.
çaw beçaw, dił be beramey mest bû
mêşk û hoş û řeg û xwên bê hest bû
her leber pêwe heta toqî serim
le geřanda bo tezûy sard û germ
naske pence û meçek û bask û zend
dînî berda û milî tobey hełkend
berejûr çû kef û koy lawçakî
kewte dawênewe dawên pakî
bûme řezwan le beheştî cwanî
le گûناە tamî jyanim zanî
ew jyaney ke legeł ew bûrî
xoşî kird agirî derdî dûrî
wam be pîrîş be xeyałî ewdem
pel be sîng da’ekutim le şwên mem
dîsan řû dekatewe tereẍe
ladrê tałî xeyałî lawî
badrê baştire dawî xawî
kej û koy dost û dirawsêt çonin!
dił û řûxoş û geşin yan monin!
her be qezwane milî «pîr siłeman !»
teř dejî dûre le asogî neman
zor le dewrey degeřên be nyazan
do behanêke le kin doxwazan
«koşkî zara» ke bexał nexşawe
hejdîhay nemrî le dawên mawe!
şanî «mîrqazî»çiř û bijwêne
zîndewer lêy degeřên, dijwêne!
xoş buwe «pêmeřekey ferhadî»
bo serî dujminî řêy azadî!
tereẍe, kêwî lemêjîney kurd
kone hawřazî «sefîn»û «hełgurd»
«agirî» û «pêrs» û «mazê» û «sason»
xizmî «pîranî»kes wikarî ton
le luřistanewe ta pişt «tořos»
gelê zorin binemałey «zagros»
kurd hezaran û hezaran sałe
saye perwerde ejîn lew małe
êwe bûn, pişt û pena û dijdarî
nanbide û yar û dijî bedkarî
pyawetî û maye jyanî êwen
manewey naw û nîşanî êwen
kêwî «cûdî» le geřî tofana
gemyekey nûḧî leser ser dana
pendî piř bayexî pêşînane
«kurd le tengane telanî lane»
«çyay mezin lêy hebê bizin û herzin
nabezin bo kes û her serberzin»
êwe dîtan besetan xunkaran
zoru bîst hew hew û xirmey swaran
panî pał dawe demê «banîpał»
řêwî lê kirdine kwêxa be xeyał
gelê eskender û zor wek zenefon
danî heł biřyewe em kurde bixon
’erebu hat besera wek lêşaw
bê bezey dił řeşî fêłbazî be daw
çengî çengîzî be xwên paraw bûn
bo helako berege û ser řawbûn
carê teymûr beşelî ser dekewt
tîrî kwêrî kevrî ber dekewt
şa ’ebas wîstî simêł babiř ka
kêw le bin bênê, gelî kurd qiř ka
nadrîş suřî le zor cêgada
beheřugîvewe xoy lê bada
zorî zordar ke serêk pêw wêran
be milî wirdewe lêw hełdêran
zor gemał dawye gemaroy nawman
ême her mayn û ewan bednaw man
hatin û çûn zilî zor xawen zor
kurdistan gir be xeyał û kurd xor
şirit û gum bûn û hemû řabirdin
kurdistan her heye kurd her kurdin
bełke bo çenge çemûş û tořêk
dête dî lêr û lewê çend gořêk
xwardinî kurd û çya dijware
derneçûn fîl û neheng lem bware
taze wamişk û tułe û wiştirî geř
beteman bîkene cê moł û geweř
xak be seryan bê weku pêşûyan
debê bîhênnewe herçî cûyan
şil nema kurde pełûłey dwênê
êste wa tunde didan deşkênê
serdemêk xawî mela û xanan bûyn
parwe xoşey demî bêganan bûyn
êste ew tawe le awa bûne
şêrî kej nyazî lelan řabûne
tořî dîlî le pelan heł dedřê
kê beşî xwarduwe gurçûy debřê
dête gwêt gerçî kiř û bêdengî
dengî pêşmerget û zebruzengî
dad û hawarî ’ereb lew lawe
tînî bomba û kevrî tawawe
eme bûłîłeye bo řojî řûn
bangewazyane ke řołet zîndûn
bênî xwên, dûkełe şînkey barût
ba ke bot bênê leserxobê pişût
temî xem negrî biłêy çareřeşim
şořşî kurd heye min dûrebeşim
awedan debnewe naw sengerî toş
dił pitewbe be heway řojî xoş
taze dekirêtewe dujmin kuştin
jengî ser dił esřê xwên řiştin
agirt hełbê weku řabirdût
laşî dujmin dekeme awirdût
řoj debê nawî hejar namênê
sazî û azadî le řût exwênê
xwat legeł bê tereẍey qît û qoz
cejnî řizgarî nizîkit pîroz
yadî cwane mergêk
«pîr miḧemḧedKes» teře tîrawêy dił
toz û hetwanî dest xwêne û gił
gyane piřsoye birînî derka
geşe xwênawê le çawim serka
cwanemergê heye lew dawêne
xakî nimdar kemewe bew xwêne
cergî to û bergî jyanî min bû
gewherî nerim û nyanî min bû
ber le řojanê ewm pê nasî
ser le sûřabû be gêjî û kasî
des le dił tengitir û naz şêwaw bûm
zor le damawî pitir damaw bûm
gyan le xoyłênî gumana wêł bû
bwarî berbarî be dîmen lêł bû
dawî awat û humêdan barîk
tem tenîbûy seruber çû tarîk
le piřê perîyekî nazdar û şepał
askê naskî şîrîn xet û xał
bû bedestigirtem û şayî şandam
řûbeřûy baẍî jyanî handam
řaberim bû le řiçey dił pitewî
wire berbûnî nebû, bibuwe kewî
kîjî to bû be firîştey bextim
textî kird kend û kiłoy řay sextim
tay jyanî le jyanim hałand
ta ewm bû le jyan nemnałand
şewçirayek bû le řojî řeşma
bextî bêdar bû lenaw baweşma
gêjełûkey řeşebay mergî nekaw
giştekey kirdewe yekbad û xaw
hełwerî sûregułî bulbulî dił
şînî bo mawe le cêy çołî çił
taze perwane desûta bałî
bay nehat şewqî şemałî małî
yar legeł bextî hejar řêk kewtin
dûr le min çûn û le xaka xewtin
xwa bijardyewe
gerçî xway gewre bezey xoşî nard
geřî gerdûn çi bû tawanî bijard
derdî bê hawserîy derman kirdim
řeqenî bêderî nerman kirdim
cwantirîn peryekî xoy xiste penam
baẍî şadîm le gułe û taze nemam
ew hemû kospe ke dêne sere řêm
ew hemû dawey depêçin ser û pêm
ew hemû tałîye min deyçêjim
eşk û xudanê ke min deyřêjim
her ke xom xistewe say şabałî
bergî jan û şeketîm damałî
çend pejare û kizî zorî bênê
yekê namênê ke ew demdiwênê
çawî nermî ke deçawim debřê
jeng û firmêskî dił û çaw desřê
dînî widme, desî hetwan bêje
ta heye kone birîn sařêje
bew ḧałeş
hêşte ta ba le mukuryanewe dê
nyazî serdane belay gyanewe dê
dił dewrtênê le swêy ew nawe
seretîrêkî tya cêmawe
carubar xwên dedełê û dêtewe so
xwên û gił têkełe haname beto
pîrî dił çak ewe xot û ewe dił
diłe aram be le derman meke sił
berew bokan
bes xewałû be xeyał biřwane
şarî bokan weku bûkan cwane
mêşeye, baẍe, gułistane, çeme
lawî lawlawe, kiçî xunçe deme
awî çawêk le diłî ewdaye
çawî qirjałî leber hełnaye
mang lemêj sałe le řêda fêre
wek tirîfey melewan bê lêre
toş biço, gyan û diłîş amaden
tirsu damałn û xo pê daden
mar û circî ’ecemu nayene ber
şew le tirsan lekunan nayene der
ew qełayey ke berz wêstawe
dûr lewêstake hewargey pyawe
ser sera û koşkî gelê serdare
bote berdar çi xuda berdare
pyaw neman û ewî man xwêřî bûn
hêř û wiř fêrî xiřey zêřî bûn
kurdenamûsî firoşra be çiłe
gay şiłe giştî le xo bûne miłe
her kesey bibwe kewî des dujmin
eyewîst xizim û kesî xoy qiř bin
dan diran taku le kêw kew defřî
katê taran serî wanîşî biřî
kewî serdarî le bîrman mawe
ke leser çî serî heł qirtawe
bese xwê řêjî beser zamanda
ba binořîn wehemû lamanda
axo yaran weku carî caran
şew nişînyane le pay dîwaran!
emced û qazî mela řîşî ḧesar
kê be ax û kułe bo řencî xesar
şêre çobîne biřiştî mawe!
yan kel û kul buwe, kołî dawe!
pîreşahoy qeregwêz her beguře
yan ’ecem tirsî weber nawe, kiře!
lemřo daxo biray řast mawin!
yan çemawin, le xema çewsawin!
kawe bo kutkî şikaw bê çerme
xwênî lawan ke lebîr ka şerme
miçe girdeł ke berew baw bowe
gişte yan pêçî diraw xaw bowe!
heło kil bûn ke le hêlanî kel
çîneyan çone leser xwanî qel!
bîrî em nawe le bîryan mawe!
yan le pay řazewe hełdêrawe!
hîç lebîryane le lêřî bîran
cengî serçame le berpêy pîran!
řoj be dûmanewe wek kwênî řeş
laşe etlanewe le xwênî geş
le fiřokanewe bombabaran
kił û pêşmerge be agir xaran
le teqe û dûkełî germî giřî şeř
xway tirs pêşî hełat kwêr û keř
kê penay girt le řehêłey topan!
çend seket bûn ’ereb û caş topan!
serdemî xencerî kurd hatewe geř
serî wişkî debřî û goştî teř
xwênî pîsî leşî sîsî ’ereban
guř û fîçqey bû le ban tîxî deban
bawî bû gałte bemirdin kirdin
kurd weser kewtin û, dujmin mirdin
dête bîryan ke leser nwênî seng
bibwe lay layêy şewan dengî tifeng
«dołî seftê» «binî pêrs» «řêzan»
xoş bû çon bû ke leberyan bêzan!?
serçyay şîrin û çay ber baran
lay ewan tał bû le tawî taran!
dest û çaw êste ewend têr û piřn
sed hejar řenge be puşêk nekiřn
seyrêkî cwanî bikeyn
mange herçend belezî eyzanim
lêm geřê tozê tirîş biřwanim
ser bikêşim be biřêk małanda
çaw bigêřim be xet û xałanda
kîje bokanî xewałûy nazin
pawpûz řûtin û pêsîr wazin
zerdemem dyare ke xawen xewtûn
bo pişûdan le kiras derkewtûn
pirçî ałoz ke leser leşyane
şewezeng dagrî awî jyane
mang eger tîşkî bida řênwêne
şineba bisk û kezî bizwêne
hele ta çawî xewałû mestin
ta cezayerçî beyan bê hestin
diłe xo têrke le seyrî cwanî
řêt heye çend be xeyał biřwanî
ta min geştêk ekem
ta min û gyanî pejarim tawê
tozê lem dewre bigêřîn çawê
«wiştepeCih»daxo feqêley dênê
yan le cêy ême pepû dexwênê
kwa suleyman û leçî tarawe
text û qalîçe nema ba mawe!
şêxî şêxler beřuwałet bexte
dûre bextî le hejaran sexte
xêwî kêw xase kewê le şwênê
bedił awate ke bom bixiwênê
řawkerî teple beser lewnawe
le geře û dawî le dewrey dawe
mał’awayî
gyane mewda keme aso sûre
bîr nebûrêtewe řêman dûre
wexte lêłayî leber çaw biřewê
xêłî şew koçere, řoj derdekewê
be humêdim ke be řojî řoşin
tîşkî azadî xeman dapoşin
aşkira řû be guł û gułzaran
bêmewe û bême des û řûy yaran
***
ey mukuryan bexudat despêrim
yadgar wergire eşkî swêrim
bê minîş xoş be mekoy bîrewerîm
to becê hêştine hoy kwêrewerîm