caş tûřen

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  830 Dîtin
ḧikûmetî ’êraq be caşe kurdekanî xoy egut çete yan mewalî. be’sîyekan nawyan lê nan fursan, fursan yanî: swaran. minîş bew hoyewe emem nûsîwe:
le beẍdaCihwe hat xeber
bo cisnatî caşeker
mizgênî, nema tirsan
nawman lê nawin fursan
le hewlêrCih û le mûsiłCih
caş kowebûn hemû sił
ta çî zil û sim xiřn
nařezayî derbiřn
gwê qut leser sim bo şeř
be cîfiřk û zeřezeř
bo beẍda dayan le têl
bo xizmet xwace mîşêl
mîşêl ’efleqî dyan
pêẍemberî be’sîyan
gutyan ey feley mezin
fermayştit naḧezin
fursan be swar debêjin
mefermû caşin, gêjin
kê bîstî caş û swarî!
besyetî fêł û xwarî
şîrî kerman miştuwe
biray xoman kuştuwe
ême caşîn kuřî ker
bo pareder bareber
caşî kerîm qasim bûyn
bo ew le nał û sim bûyn
topî ew babî çakman
to xot bike be dakman
caşî xotîn em hele
caş qasim na, caş fele
ger nawman lê bigořî
bo me şerme û gwêşořî
caş begzade û şêxî pîr
be fursan debin diłgîr
fele gyan, to siłêwe
bangiman meken bew nêwe
fursan mursan ne başe
nawî pîrozman caşe
her berbar û gwêleqîn
caşî mîşêl ’efleqîn