kurdim

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  1756 Dîtin
kone aşnayekî zor wazwazî û řegeł řegeł, le nameyekya boy nûsîbûm: fiłanî min çend sałe ke etnasim wa taze bom řûn ebêtewe ke to beřastî kurdî û kurdayetî ekey! minîş le werama ke emzanî gałtey pê kirdûm, emem nûsî, le kowarî «řunahî» jimarey azarî 1961 çap kirawe:
bira zor seyre zû nemnasî, min her zor le zû kurdim
ke to pênc şeş keřet gořawî min bê sê û dû kurdim
le tekîye bûye cêgir, řêgir û mêgir le bin bermał
emin lew sawe cê û banim le banî bêşke bû kurdim
’ecem bûy bûye turk û buye ’areb êste ser şêwaw
emin bê gêłmegêłim û keşmekeş bê «çaşnu» kurdim
sipî bûy, bûye şîn û bûye sûr û êste řû zerdî
emin yek řeng û řû, wek pyawî xawen abřû kurdim
ke to bo miz le naw mizgewtî, kurdistane řûgey min
ke to derwêşî zerg û mergî min bê haywihu kurdim
ke to pel bo hemû cêyek ekêşî û bê řeg û pincî
emin ger pel pelîşim ken, le seryek řêgem û kurdim
diłit bo pare pare, bîr le lîre gîre, dem bo dem
serapa, řeg beřeg, êsqan be êsqan, mûbemû kurdim
ke to derpêt fiřê da û çaketî çakit deber xo kird
emin şermim be xow şayîm be xome, cil şiř û kurdim
ke to gîrfan piřî gîrfan biřî, min her hejar mawim
ke to xot da be xwardin, min legeł gał û beřû kurdim