baweřî bêkes

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  764 Dîtin
behoy bîrewerî le bêkesKes, le kobûneweyekda le baregay xebat le beẍdaxwêndumetewe:
awatî řojî řizgarî
jyanewey kurdewarî
korpeyek bû sawa û bê hêz
kes pêy wanebû dête řêz
eḧmedî xanîKes bo geyşit
firiçkî kird û çawî řişt
be hawbêşkeyîy estî û zîn
legeł mem û qeretajdîn
perwerdey kird beşîr û qend
ta kirdye xawen zend û bend
hełbestey teř û parawî
xwênî dił, firmêskî çawî
bejîrî têkełî kirdin
hetwanî hergîz nemirdin
leşî humêdî pê henû
zirêy hermanî tê dirû
dengî kurdistanî boda
her kurde û dehat bexoda
kewte pêş û ałay hełkird
ta twanî berew pêşî bird
***
ḧacî koyeKes le paş xanîKes
ałakey xiste ser şanî
be hengawî berz û behêz
be diłî netirs û bê parêz
beşewgarî řeş û tarîk
le şîw û řêy teng û barîk
gwêy nedaye ne’retey dêw
siłî nekird le cind û xêw
zor beser berzî řay peřand
leser zor berzanî çeqand
ew pêşmergey twana û zana
qawî kird be kurdistana
be dengî zil û bîrî wird
abřûy zołe kurdanî bird
temî piřupûçî řewand
gelî le derdî xoy geyand
dermanî jînî nîşan dan
mandû ne debû le handan
***
dway ḧacî bêkesKesy nemir
hat û bû be ała hełgir
bêkes kesî kurdistan bû
bêkes bełgey newestan bû
le naw leşêkî naqoła
gyanî qaym tir le poła
newesta be awat xwazî
xoy xiste kořî gyan bazî
bend û pêwend pêy geme bû
baweřî bêkes eme bû
«ta darî hîwa weber bê
debê coy xwênî leser bê»
bêkes dił û derûn pak
gerçî çote baweşî xak
ałakey nekewte zewî
hîç hêzêkîş nayka newî
heway azadîy nîştiman
kewtote diłî giştiman
seranserî kurdewarî
gyanfîdan le řêy řizgarî
lawî kurd êste zor zanan
firîw naxon bo bêganan
zêř û zêw karyan tê naken
le kurdan nebê tê nagen
mirdin bo azadî jîne
kurdayetî řûge û dîne
mistexołêkî çya û deşt
nadeyn be şeşdangî beheşt
zîndûyn û taze namrîn
gwê le piřupûç nagrîn
şat û şûtî bê seruber
le meydan namankate der
dagîrkerî kurdewarî
debê derçin be yekcarî
nengî dîlî çend sałeman
cê pełey ئاە û nałeman
deşoynewe be xwênî geş
êmeş debîne xawen beş
be hejarîman dełêyn bes
naz dekeyn be biřway bê kes