demeteqey bayz û pîrot

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  676 Dîtin
kurd xerîk bûn cêjnî newroz biken, ḧikûmetî ’ebdulkerîm çetî tê exist û biř û byanûy bo detaşî, em demeteqeyem bew hoyewe nûsîwwe û le jimare «1»y řojnamey kurdistana çap kirawe:
bi: çonî? p: her xoş bî. bi: cejnîşt pîroz
p: pêkeweman bê bi: le kwê bûy newroz?
p: kwêxa ezanê! bi: çî çî? baş bêje?
p: bêjim çî bayz? dûru dirêje
çîman beser hat çîman çaw pê kewt
çon keftîne naw em dinyay wa çewt!
çejnî çejnasa le naw małî xom
bê pirsî kwêxa řewa nabê bom!
we bilwêrî ew eşê hełbezim
weqseşî ekem hêşta naḧezim
êjê pat xware, řankeket şiře
lem hera û qiře zor diłim piře
p: xwa xeraw neda p: xeraw tirîş hes?
bi: bełê derd fires bo pyawî bê kes
mizgeftê bike û pen şeş minare
kiłoł bî, êjin mî’rawî xware
p: a wexwa bayz hêcgar kiłołim
wek pelke gułî ber serma û sołim
çawim le xwaye êjim her carê
bigeybamewe demew beharê
bê pirtey kwêxa û bê bołey serkar
hewa hełmijim azad û řizgar
ew çaxe emirim çiş weceḧendem
ser û małî xom bew řoje edem
bi: pîrot ’aferim to pyawî jîrî
wetemen gencî le eqła pîrî
tûşî behar bî wata řizgar bî
bê bołey kwêxa û pirtey serkar bî
cejnî xot bigrî be arezûy xot
des le dest yeka bayz û pîrot
hełpeřkê bigirin, kurdêk webliwêr
dostan şad bika û dujmin bika kwêr