şeytan dełê amîn

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 2 Xulek  818 Dîtin
ayzenhawer bo gelî emrîkay pêşnyar kird ke le řojî 17 / 7/ 1959 řa ta 7 řoj nwêj biken bełku xwa gele esîrekan řizgar bika. minîş bew hoyewe le ziman serek teşrîfatî nwêjewe emem nûsîwe:
swarbin le geřok û fiřok
bo dewruberî «lîtił řokCih»
ba «kokis kiłan» nesrewê
çermî çend řeşêkman dewê
bidrûyn kewayek awdawên
teqeł řeg, perawêz le xwên
pyawî gewre bote keşe
pêwîstî bebergî řeşe
binkey şeřêk awpiřjên ken
awpiřjênekey bexwên ken
le pirçî jinî korya
lêy řaxen beřew borya
bigen be mawey kelakî
«hîroşîmîCih» û «nagazakîCih»
le çend hezar kelle serêk
berz keynewe mînberêk
le eşkî çawî hejaran
ke małman kirdin bombaran
piřken şûşêkî şûş û qoz
nawî binên awî pîroz
wiłamêk binêrin bo cû
şeřyan be çekî ême bû
beyarî řastyan denasîn
babçine qebye û dêryasîn
lûlake musułman başin
lew xaçêkman bo bitaşin
hełkołn çawî hîndîy sûr
bîken be tezbîḧ û bermûr
bombay hîdrojînî xawên
lewaney zor pêman nawên
piłîtekey lê derênin
bixurî pê bisûtênin
pyawe gewreke nwêj deka
nwêjêkî zor dirêj deka
***
le «mars» depařêtewe
hergîz şew nekujêtewe
çekfiroş gîrfanî piř ka
feranseCih cezayîr qiř ka
kayşik biçêtewe çînê
xewnî tiryakyan bibînê
korya bo «sîngiman rîKes» bê
zor xerîkî zorkerî bê
herwabin ’uman û ’eden
îngilîz destyan lê berneden
derneçin kurdî mał wêran
lebin çengî turk û êran
ba kurdistan řizgar nebê
le mafî jîn beşdar nebê
pyawe gewreke nwêj deka
be nwêjan dinya gêj deka
***
tarmayîy makarsî û dałas
heł dewestin le çep û řas
mergixiwaz û dujminî jîn
degeł şeytan dełên amîn