pałewanêk

Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
 3 Xulek  1283 Dîtin
le beẍda cêjnî yadî yekem sałî şořşî 14 temûz û damezranî komarî kurd û ’ereb ekira. le moskořa em pîrozbayîyem nard û le řojnamey xebatda çap û biławkirayewe:
şewê řeş wek diłî zordar
mat, bêhest, wek bextî hejar
serxoş û bêhuşin pyawkuj
le xewdan zigzil û xwênimj
le nêwan xaneqîn û faw
sûr û teřn milyonha çaw
bêxew, xwênyan tê çiřjawe
çawî daykî dił birjawe
dîdey saway nîwemirdû
bê dayk û bab pêwendikirdû
gelêk çawî lawî gefan
le baqûbeCih û nugreselmanCih
piřxiwênin ẍezeb debarin
xwênexořî îstî’marin
kizey şemał, sozey ziryan
diłgermin be ah û giryan
ew bo şîmal, bo cenûb em
dem be nałe, dił piř le xem
decle û furat beyek degen
derdedił lay yektir deken
ew leswêy kurd wêł û şilwê
em le derdî ’ereb dedwê
yektirî degirne hamêz
be yek bûn debne xawenhêz
***
le cergey ew şewî řeşa
řeşî çî! lew řojey geşa
pê be ’erza kutanêk dê
ne’retey pałewanêk dê
’ebdulkirîm deguřřênê
qełay bedkar delerzênê
serxoşan eẍyar debnewe
bêhoşan huşyar debnewe
ewane xwênmijî geln
çî zigzil û tewezeln
ewaney êmeyan dexward
xoyan le mafî gel debward
wa kune mişkyan pê tenge
laqî hełatnyan lenge
giştî dizew gay xoy dewê
çarşêwî jin ber nakewê
yek leser hêlkan kewt kiř
yek kewte ser pirzey axuř
tezîn hemû diz û qize
řêgey biřa fêł û gize
ba biřûxê koşkî paşa
hengaw binên beser laşa
laşey segelî îstî’mar
zor lebarin bo pet û dar
pałewan ’ebdulkerîme
dujmin piř le tirs û bîme
***
řojî çardey temûz, şořş
le sê çwar wişedaye giş
bełam manay gelêk zore
padşaxore, zorî şore
bo dagîrker jeqnemûte
nanî birsî û bergî řûte
bo xwênmijan jehrî mare
yarî gelanî řizgare
bo nan pêze, bo kiz hêze
şeřkuje û aştî parêze
le nedar pîşe û hunere
le neyar şîr û xencere
bo bêkaran pare û kare
bo cutyaran zewî û zare
leşsaẍye bo nexoşan
merge bo gêçeł firoşan
azadîy pênûs û deme
ta bêjî û binûsî keme
pałewan ’ebdulkerîme
qaym dadeřjê ew hîme
***
şořşî gel le gelawêj
wişey kurt û manay dirêj
yekbûnî ’ereb û kurde
řêkbûnî dirişt û wirde
nemanî koneperistan
bergîrî le berhełistan
geřanewey barzanîye
xêre û xoşî û herzanîye
mirdarbûnî şewwafane
beşdarbûnî bê mafane
amrîka řûgirj û mone
ba bimrê emrî kay kone
nexoş kewtinî îngilîse
le tirsî dwařojman sîse
fiřêman da lemper û kost
mosko û pekînman bûne dost
’êraq ke azade û şade
cêy dade qîbley mirade
bo kurdî dîkeş le lawe
mujdey azadîy hênawe
berew xoşbextî çûn hele
şořşe û şořşî gele
pałewan ’ebdulkerîme
çînî hejar nełê: nîme