řojêkim heye
tabloy yekem
Li pirtûka:
Bo Kurdistan
Berhema:
Hejar (1921-1991)
8 Xulek
1563 Dîtin
demêk bû pêwebûm derbarey şehîdkiranî pêşewa qazî miḧemmed û hewałanyewe şînêk bigêřim. bełam helêkî wam bo nederexsa. le sinatorî gîrtisin le mosko. helim be derfet zanî û em şepořnamem lejêr nawî «řojêkim heye»da be dûtablo nûsîwe:
şewî řeş
le naw diłî řeşî şewa
merdim le ẍurrabî xewa
dinyayekî mat û kişe
ne heste ne çirpe û xişe
hêndêk hewrî řeş û biław
çend estêrey zerdihełgeřaw
bûbûy kundêk le kelawêk
zîzey sîsrîke tawtawêk
sê çwar dartaş le bêkaran
çaw piř le xew le bêgaran
debîsrê lewan carcarêk
xirtey teşwêyek, mişarêk
çend serbazêk řawestawin
bezor beserbaz gîrawin
zor lewane zor leřêy dûr
qamçî pêçî kirdûn me’mûr
daykêkî pîr, wirde mindał
mawin le mał perêşan ḧał
katî dirwêne û deskene
zewî û zaryan bê xawene
nazanin bo řîzkirawin
le dyar çi karêk wêstawin!
řê û şwênî cengeł
le meydanekey «çwarçira»
darî sêdare hełxira
dûy îngilîz û amrîkayî
dên, deçin le tarîkayî
çend ’ecem le şwên ew cûten
wek tułen, be kilkesûten
bo êskê bo parwêk bermaw
çyan pê biłên des le ban çaw
dête pêş yekê tirsenok
deng nizim, be destî lerzok
çawêk le mîstir, be çawêk
dexwênêtewe nûsrawêk
le îngilîsî tercemeye
kurdî û kurtyekey emeye
«êmey sipî pêstî pyawxor
êmey xwênmijî xawen zor
be řêwşiwênî wirç û meymûn
ewî le cengeł jyan û çûn
biřyarman leser emeye
em serzewîye mułkî meye
kê zerd û řeş û esmer bin
debê bo ême noker bin
bê hêz mafî jînî nîye
maf dawaker dînî nîye
kê azadî le diłda bê
gerek laşî le giłda bê
kesê nîştiman perwer bê
yan bimrê yan derbeder bê
lem serzemîne aw û bej
kange û gij û gya û deşt û kej
kwê zor bebehre û be pîte
beş û behrey wałistirîte
conbołîş le heştê miştê
le keristey koşkê xiştê
çon kurd û azirbaycanî
xoyan be xawen mał zanî
pendî amrîkayan nebîst
azadî û serbestîyan dewîst
debê biçne pay sêdare
mergyan bo ême naçare»
pałewan natirsin
dergay şêran kirayewe
dar û berd dengî dayewe
gwê le ziřey zincîr bigirin
pałewan natirsin bimirin
bo merg dên be azayî
dełêy deřone serşayî
merdane hengaw hełdênin
bedkar be tundî dedwênin
řûgirjin beranber dujmin
dem be bizen berew mirdin
wa pêşeway kurdan, qazî
pêşewaye bo gyanbazî
guřey matîy şew deşkênê
diłî zordar delerzênê
jînî nemir
bextewerim hełkewt hel
xom dekem be qurbanî gel
deřom berew jînî nemir
le jîntan debim be agir
ta kurdêk mawe leşwênê
dekoşê tołem bistênê
min zîndûm û dujmin mirdûn
êwe min î’damim kirdûn
key le paş min bê xem debin
her kurdêk yekêke wek min
mirdin leřêgey nîştiman
ser berzîye bo giştiman
bîr nakujrê
ledway ew bira û biraza
deçne pêş serberz û aza
seyfe bang deka: kuřîne
berxî nêr bo serbiřîne
mergêk leřêy nîştiman bê
sed jyanî bequrban bê
awaş neba her demirdim
kesîş yadî nedekirdim
bewmerge zîndû debmewe
taze key lebîr deçmewe!
laşman ke ser denêtewe
bîrman her detenêtewe
hemû tinoke xwênêkman
řizgarbûne bo şwênêkman
coşî xwênî me nasrewê
ta serbestî dest dekewê
desmayey dwařoj
lew mangî sere behare
çend law çûne pay sêdare
nêjran bo dwařoj dax le dił
towî dwařoj kewte bin gił
gořî lewan becê mawin
hêzî diłn, somay çawin
bełgey mafî kurdewarîn
morî qebałey řizgarîn
kêlyan bome darî ałan
gencêkin naçin be tałan
bo kurdî hejar sermayen
bo dîwarî xebat payen
***
tabloy dûhem: gułî werîw
payze, wiłat řeng zerde
şineba henase serde
pelkî gułî ał werîwe
le paş guł bulbul hetîwe
degrî bo řojanî pêşûy
bo bextewerîy le des çûy
bo xunçe û gułî gułistan
bo mêrg û baxî kurdistan
nałey geła be dem bawe
wek jine bîwbaw kujrawe
lem kurdistane řengîne
ke le swêy lawan xemgîne
berçaw dekewê berçawêk
leber pałêke kanyawêk
řûn, wek çawî pyawî xebat
xuřey xendey dił piř awat
kef sipî, sarde wek terze
piştî kêwêkî serberze
pêşî dîmenî deştêke
deştî kurde û beheştêke
bo pişû, sanewe tawêk
lêy danîştûn pîr û lawêk
law xwên germe
law şwane be şan û baho
zor xwên germ û şayî bexo
ferencî leber, pê xwase
derpê piř pîne, bê kirase
çekî xencere û goçane
bilwêrî leser lêwane
heway bilwêr be xembarî
şîwenye bo kurdewarî
pîr dił nerme
pîr werzêrêkî hejare
keway cawe kiłaş xware
pêçî le çiłka xinkawe
tepe kiławekey diřawe
řank û çoẍekey şiřołe
piştêndekey dû tîtołe
řeng zerde leber bê nanî
piř derde le bê xudanî
çaw piřûş, henase sware
dyare zor dił birîndare
firmêskî dewerin le çaw
tê heł dekate bend û baw
řenceřoyî
lê lê, lê lê, lolo, lolo
dek lał bim kurdistan bo to
sał direnge û xezełwere
geyştinî mîwe û bere
xermanî genim kokoye
řenicberekey řenceřoye
baskî kurde çandî û çinî
betałan deyba dujminî!
tirêy řezî min guşrawe
xwênim le kûpan kirawe
min dekoşim, ew denoşin
min peroşim, ew serxoşin
areqem bo tûtin deřjê
zordar befîz hełî demjê
xurî û lokem çûn be fîřo
desûtêm lêm naye boso
newtim dinyay ko kirdewe
cêy xom her tarîke şewe
zorî lêkiraw bim heta key!
çaw lew řojem biłêm oxey
bilwêr boy delorêtewe
pîre boy degêřêtewe:
nahumêd nîm
lolo, lolo, lê lê, lê lê
min deyłêm bedkar gwêy lê bê
eger sed hêndeş hejar bîn
bê pena û pişt û dajdarbîn
bê humêd boy danamênîn
herdebê heqman bistênîn
bîstûme le kone pyawan
pendî pîran leser çawan
genimit ke danîda dyarî
ta neyxon çuře û pasarî
dawełêkyan bo biçeqêne
byan tirsêne, byan tarêne
kullet kewte naw şînayî
boy bêne awî xezayî
lenaw zewî bî pirjênê
qiř deka û dwayî pê dênê
dagîrkeranî wiłatim
kulle û çuřen bo dahatim
demyan naye kurdistanim
bêganen berbûne gyanim
bilwêr weram dedatewe
pîre tê heł dekatewe
daweł kêle
lolo, lê lê, lolo, lê lê
ba dagîrker derkewê lê
bo pyawxor û genim û co xor
bo xwênmijanî xawen zor
daweł kêlî pîr û lawin
le řêy azadî kujrawin
kêlî sergořî şehîdan
gyanbexşan, aza û řeşîdan
dagîrkeran detarênê
şwênewaryan lebne dênê
xwên řijawe
kulley ewberî deryaye
lenaw nîştimanmidaye
awe xezayyekey xwêne
pełey xwên le hemû şwêne
le dersîmCih, mazê, agirî daẍ
barzan, suleymanî, sabłaẍCih
le seqizCih, bokanCih, leherkiwê
nek le kurdistan, le hercê
le dewrî meraẍeCih û tewrêzCih
gił zorî girtûne hamêz
pêda biço heta taran
bist bist kêln leser yaran
şwan de bilwêr detûřênê
pîre dîsan deng hełdênê
hawderde zorin
lê lê, lolo, lê lê, lolo
nek her lêre, zor dûr biřo
le efrîqaCih, le asyaCih
hergořn le goř û çya
le ’êraqCih, le tunsî şîn
le hîndCih, le çînCih, le hînduçîn
le melaya, le korya
le cezayîr, le kînya
le endonîzî, le yemen
le mîsir û ’uman û ’eden
be hezaran, sed hezaran
le çołgan le ladê û şaran
kuştey destî îstî’marin
gişt kes wek ême daẍdarin
cê nemawe le gişt lawe
xwên řijawe, kêl çeqawe
paş mawey ew kujrawane
ew hemû pîr û lawane
giştî tûře û toł estêne
çawyan dagîrker tirsêne
bo kwê hełdên xołyan weser
wa darî humêd hate ber
ewdił birîndarane gişt
leyektir debne pena û pişt
min das, to goçan û xencer
mam xałe û kutkî asniger
êmeş řegełyan dekewîn
xwênexwêy xawen netewîn
xwênman neřja bexořayî
êmey kirdote xezayî
xezaye dagîrker kuştin
qiřyan dekeyn be xwên řiştin
tołey şehîdan destênîn
kurdistanman deřengênîn
piřî dekeyn le ber û bo
wek yek bê, beşî min û to
asniger û şwan û cûtyar
xoş dejîn le dinyay řizgar
hey loloye hey lê lêye
le kurdistan xoştir kwêye!